Li herêma Egeyê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin

  • 17:26 20 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajarên Herêma Egeyê Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bi coşek mezin hat pîroz kirin û bangewaziya xurtkirina têkoşînê hat kirin. 
 
Li bajarên Egeyê yên wekî Aydin, Denîzlî, Manîsa, Bandirma, Ayvalik û Bodrumê bi hezaran kes bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li qadên pîrozbahiyê gihaştin hev û li dora agirê azadiyê govend gerandin. 
 
Aydin 
 
Newroza Aydinê li taxa OsmanYozgatli ya navçeya Efelerê pêk hat. Bi hezaran kes tevlî pîrozbahiyê bûn û pankarta "Denîz Poyraz nemir e" û “Ji kampûsan ber bi qadên Newrozê ciwan bi rihe Mazlûman dimeşin" hat daliqandin. Serê sibê ve girse bi cilên xwe yên rengin tevlî pîrozbahiyê bûn û qad xemilandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "HDP gel e, gel li vir e" hat berzkirin. 
 
Di pîrozbahiyê de parlamentera HDP'ê Serpîl Kemalbay axivî û bal kişand ser pîrozbahiyên Newrozê. Piştî axaftinê agir hat pêxistin û govend hat gerandin.
 
Manîsa 
 
Li Manîsayê jî agirê Newrozê li Qada Laleyê bi tevlîbûna bi sedan kesan hat pêxistin. Li qada pîrozbahiyê pankarta “Ciwan dê meşa Kawa mezin bikin û ber bi azadiyê ve bimeşin" hat daliqandin. Parlamenterê HDP'ê Murat Sarisaç tevlî pîrozbahiyê bû û bal kişand ser berxwedêrên Newrozê. Piştî axaftinan agir bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pêxistin. Pîrozbahî bi stran û govend gerandinê bi dawî bû. 
 
Denîzlî 
 
Li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê bi tevlîbûna bi hezaran kesan agirê Newrozê hat pêşxistin. Li qada Newrozê pankartên wekî "Dem dema serkeftinê ye", "Dê aştî û demokrasî bi ser keve", "Li dijî Dehakan divê em bibin Kawa" û “Bijî Newroz” hat daliqandin. Parlamenterê HDP'ê Siddik Taş axivî û bal kişand ser tecrîdê. Piştî axafinê agirê Newrozê bi dirûşmeyan hat pêxistin. Gel li dora agir govend gerand û dawî li pîrobahiya xwe anîn. 
 
Bandirma 
 
Li taxa Yuzuncuyil a Bandirmaya Balikkesirê bi sedan kes kom bû û agirê Newrozê pêxist. Jin bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn. Her wiha li qadê pankarta "Newroz Pîroz Be" hat daliqandin û dirûşmên wekî "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe", “Jin Jiyan Azadî" hat berzkirin. Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin. Piştre hunermend Şoreş Can, Nihat Baran û Gulşen Yildirim  derketin ser dike. Gel li beramberê stranan govenda azadiyê gerandin û dawî li pîrozbahiya xwe anîn. 
 
Ayvalik
 
Li navçeya Ayvalik a Balikesirê li Taxa Yenîmahalle li ewwanekê hat pîrozkirin. Jin bi cil û bergên xwe yên herêmî hatin salonê û dirûşmên, "Jin jiyan azadî" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî ku hunermermêend derketin ser dikê û stranên xwe pêşkêş kirin, Hevseroka HDP'ê ya Ayvalikê derket ser dike û got, "Tu îqtîdareke ku neyê têkbirin tune ye. Tenê hêzeke ku neyê têkbirin heye û ew jî gelê rêxistinkirî ye. Ji bo ku em sedsala 21'ê bikin sedsala gelan divê em xwe birêxistin bikin." 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê ji aliyê Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. Pîrozbahî bi govendê û bi dirşma "Dem dema serkeftinê ye bi dawî bû."
 
Bodrum
 
Li navçeya Bodrum a Muglayê jî Newroz bi girseyî hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li Taxa Yenîkavakê pêk hat de bi sedan kes tevli bûn. Jinên ku bi kincên xwe yên gelerî hatin qdê dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bê serok jiyan nabe" berz kirin. Herwiha jinan dirûşmên, "Denîz Poyraz bêmirin e" û "Ji Aysel Tuglukre Azadî" jî berz kirin.
 
Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Dîlşad Canbaz Kaya, di pîrozbahiyê de axivî û got ku bi salan e li heberî Gelê Kurd bi polîtîkayên şer bêdeng bikin û berdewam kir, "Îpek Er Gulîstan Doku ev hemû encamên şerê taybet in. Dixwazin mafên me desteser bikin lê wê bi ser nekevin." Dîlşad bal kişand ser  tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî û got , "Zîhniyeta ku pirsgirêka tecrîdê çareser neke wê nikaribe tu tiştî çareser bike."
 
Piştî pêxistina agirê Newrozê qad tijî bû. Girseyê bi coşeke mezin dest bi govendê kir.
 
Newroz li gel stranan bi govendê bi dawî bû.