Kemal Kurkut li ser gora xwe hat bîranîn

  • 16:40 20 Adar 2022
  • Rojane
 
MELETÎ - Kemal Kurkut ku di sala 2017'an de di Newroza Amedê de ji aliyê polisan ve hat qetilkirin, di 5’emîn salvegerê de li ser gora xwe hate bîranîn.
 
Xwendekarê Fakulteya Ciwankariyê ya Zanîngeha Înonu ya Meletiyê Kemal Kurkut (23), di 21'ê adara 2017'an de ji bo tevlî Newroza Amedê bibe, li têketina Qada Newrozê ji aliyê polîsan ve hatibû kuştin di 5’emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bîranîn. Bîranîn li Goristana Toptaş a li navçeya Batalgazî ya Meletiyê pêk hat û malbata Kurkut, rêveberên MEBYA DER, Rêxistina HDP’ê ya Meletiyê û gelek kes tevlî bûn. 
 
Beşdarên bîranînê qurnefîlan danîn ber serê gora Kemal Kurkut. Di vê kêliyê de Dayika wî, Secan Kurkut xwe avêt ser gora kurê xwe û zêmarên kurdî got. Secan, destnîşan kir ku di ser qetilkirina kurê wê de 5 sal derbas bûne lê êşa Kemal wek roja destpêkê ye.
 
Piştre Parlementerê HDP’ê Êlihê Mehmet Rûştû Tîryakî jî axivî û diyar kir ku Kemal Kurkut bûye yek ji sembola agirê Newrozê û got: “Îro Kemal Kurkut be tenê li Meletiyê; li Amed, Wan, Şirnex, Êlîh û gelek devaran de tê bîranîn. Kemal lawê hemû kurdan e. Wê Kemal tu carî neyê ji bîr kirin û hertim di bîra me de be.”
 
Xwendevanên Zanîngeha Înonu jî pankarta “Kemal Kurkut nemir e” vekirin û destnîşan kir ku bes êdî ciwanên kurd ji bo polîtîkayên xwe bixin qûrban. Her wiha diyar kirin ku wê xwendevanên Zanîngeha Înonuyê dê hesaba doza Kemal Kurkut bipirsin û ji bo Kemal daxwaza edaletê kirin.