‘Tecrîda li ser Îmraliyê, êrişeke li ser aştiya civakî ye’

  • 16:30 20 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Eskîşehîrê jî kurd derketin qadan û Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de têkoşîna hevpar derket pêş. Her wiha li Qopa Mûşê jî Newroz hat pîrozkirin û peyama serhildanê hat dayin. 
 
Li Eskîşehîrê bi pêşengiya Hêzên Demokrasiyê ya bajêr bi sedan kes li Daristana Şitlan hatin ba hev û tevî barîna berfê û hewayê sar jî Newroza xwe bo coşeke mezin pîroz kirin. Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Oya Ersoy beşdarî pîrozbahiyê bû û Koma Tersname, Koma Eren û Awazên Aştiyê jî derketin derketin ser dikê û stranên xwe gotin. Di pîrozbahiyê de bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, rewşa girtiyên nexweş û têkoşîna hevpar a li dora Tifaqa Demokrasiyê tê birêxistinkirin. 
 
‘Tecrîda li ser Îmraliyê, êrişeke li ser aştiya civakî ye’ 
 
Hevseroka HDP’a Eskîşehîrê Şukriye Ercan li qada Newrozê axivî û wiha got: “Newroz, sembola jiyana wekhev û aştiyane ye. Newroz ew roje ku gelên Mezopotamya û Anatoliyayê li dijî Dehaqan dibêjin êdî bes e. Ji Spartakûs heta Rahşan, Zekiye, Mazlum, Denîz, Îbo, Mahîr û Kawayan, roja têkoşîna azadiyê, berxwedana serdestan a li dijî faşîzm û mêtingeriyê ye. Tecrîda li Îmraliyê êdî li hemû girtîgehan berbelav bûye. Welat, êdî veguheriye girtîgeheke bi tîpa F. Tecrîda li ser Îmraliyê, êrişeke li ser aştiya civakî ye.” 
 
Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy jî girîngiya Newrozê vegot û bal kişand ser têkoşîna hevpar. Ersoy, da zanîn ku desthilatdariya AKP-MHP’ê li ber têkçûnê ye û diyar kir ku divê li dijî vê rewşa aloz, têkoşîneke hevpar a piralî bê dayîn. 
 
Pîrozbahiya Newrozê bi stran, govend û dirûşman bi dawî bû. 
 
Li Qopa Mûşê peyama serhildanê
 
Li Qopa Mûşê jî Newroz hat pîrozkirin û peyama serhildanê hat dayin. 
 
Bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" li Qopa Mûşê agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahiyê bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di axaftinan de hat gotin Newroz serhildana jinê ye.
 
Pîrozbahî piştî hunermend derketin ser dikê bi dawî bû. 
 
Li Çewlîkê agirê Newrozê gur bû 
 
Li Çewlikê navnîşana Newrozê Kolana Nexweşxaneyê bû. Rexmî hewa sar jî bi hezaran kesî berê xwe da qada Newrozê û Newrozê bi çoşeke mezin pîroz kirin. Beşdarên Newrozê timik dûrişmeya “Bê serok jiyan nabe” berz kirin. Gelek jin bi kincên herêmî tevlî pîrozbahî bûn û reng dan qada Newrozê. 
 
Demeke dirêj li qada Newrozê govend hat gerandin. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûlah Erdogmûş axivî û qala dîroka Newrozê kir û got ku di çanda kurdî cihê Newrozê girîng e.
 
Piştî axaftinê agirê Newrozê hat pêxistin. Dayika Aştiyê Hakîfe Serînyel û HDP'iyan agirê Newrozê pêxist. Dema ku agirê Newrozê hat pêxistin gireya Newrozê bi yekdengî dûrşmeya “Bijî serok Apo” bilind bû. Piştî agirê Newrozê hunermend Nûrcan Degîrmencî derket ser dikê û stran gotin. Girseya Newrozê li ber stranên Degîrmencî govend hat gerand.