Silopiyê peyama Newrozê 'Bê Serok jiyan nabe'

  • 16:25 20 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Gelê Silopiyayê bi cil û bergên xwe yên kurdî û bi rengên xwe yên kesk, sor û zer herîkin qada Newrozê bi dirûşma “Bê Serok jiyan nabe” peyama Newrozê dan. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li navçeya Silopiya ya Şirnexê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” pêk hat. Gel di saetên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê. Jinên ku cil û bergên xwe yên herêmî û flamayên kesk, sor û zer li xwe kirin, bi laçikên xwe yên spî li qadê cih xwe girtin. Jinên ku bi kiras û fîstan û xeftanên xwe yên rengîn herikin qadê, dîmenên rengîn derketin holê. Gelek zarok bi cilên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Zilam jî bi şal û şepikên xwe li qada Newrozê bûn. 
 
Berî ku pîrozbahiyên Newrozê dest pê bikin qad bi devî re tejî bû. Jinan bi coşa Newrozê berî ku pîrozbahî dest pê bikin, di ketinên qadê de bi stranan govend gerandin. Ciwan û zarok jî tev li govenda jinan bûn. 
 
Ciwanan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” govend gerandin. Piştre jî sirûda Çerxa Şoreşa xwendin. Dirûşma “Bê serok jiyan nabe” peyama ewil a Newrozê ji hêla girseyê ve hat dayîn. Gel li beramberî stranên Kollektîfa Batmanê govend gerand. 
 
Parlamenterê HDP'ê Huseyîn Kaçmaz di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gel. Piştre jî parlamenter Nuran Îmîr derket ser dike û Newroza gel pîroz kir û got. 
 
Piştî axaftinan Agirê Newrozê ji hêla endamên Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. Di pîrozbahiyê de hevşaredara Nisebînê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Semîre Nergîz û parlamenter Hasan Ozguneş axivî û bal kişand berxwedana gelan. 
 
Hunermed Talat Yeşîl û hunermend Cevdet Bagca derket ser dikê. Piştî stran û govend gerandinê pîrozbahî bi dawî bû.