Li Îzmîrê Newroz bi dirûşma 'Bê serok jiyan nabe' hat pîrozkirin

  • 16:09 20 Adar 2022
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Qada Gundogduyê pîrozbahiya Newrozê bi tevlîbûna bi hezaran kesan bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" pêk hat. 
 
Pîrozbahiya Newrozê ya li Îzmîrê bi dirûşma "Dem, dema serkeftinê ye" bi dirûşmeyên "Bijî Serok jiyan nabe" pêk hat. Gel li Îzmîrê di saetên serê sibê de hatin ber deriyên ketina hundir a qadê. Saet  di 13.00’an de girse girtin qadê. Jin û ciwanên bi kincên xwe yên kurdî ketin qadê dîmenên rengîn derxisitn holê. Li qadê bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo",  "Bijî têkoşîna gelan", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan, "Denîz Poyraz bêmirin e" hat berzkirin.
 
Li qadê pankarta bi nivîsa "Dem dema serkeftinê ye" û "Neworz pîroz be" hatin daliqandin. Herwiha li qadê wêneyê Denîz Poyraz a li Avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin jî hat daliqandin. 
 
Di pîrozbahiyê de li bendê ye ku Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelna Cengîz Çîçek, Hevserokê Kongreya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenî, parlamenterê Îzmîrê yê HDP'ê Murat Çepenî û Berdevkê Demê yê Partiya Azadiya Civakî (TOB') Julîana Gozen biaxivîn.
 
Agirê Newrozê ji aliyê Malbata Denîz Poyraz ve hat vêxistin.
 
Piştî pêxistina agir parlamenterê HDP'ê yê Îzmîrê Murat Çepnî, berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Juliana Gozen û hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Cengîz Çîçek axivîn û Newroz pîroz kirin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di pîrozbahiyê de axivî û bal kişand ser têkoşîna Gelê Kurd û got: "Jin û gelên li Tirkiyeyê dijîn li dijî zext û zordariyan her tim li qadan di nav berxwedanê de bûn. Sedema bi dawîbûna îqtîdarê ji ber polîtîkayên tecrîdê ye. Ji ber ku niha li her qadên jiyanê tecrîdek heye. Dema tecrîd kur dibe qeyran jî kurtir dibe. Dema Birêz Ocalan diaxife azadî û demokrasî pêş dikeve û yekitiya gelena pêşdikeve. Li dijî tecrîdê divê têkoşîneke hevpar bê dayîn. Îro li qadan azadiya Birêz Ocalan tê qerin."
 
Salîha di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û banga xwedî li derketinê kir. 
 
Piştî axaftina Salîhayê hunermend Mervan Tan derket ser dikê. Bi gerandina govendê pîrozbahî bi dawî bû.