Li Wanê bi deh hezaran kes dimeşin navenda bajar

  • 15:27 20 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Li Wanê, piştî pîrozbahiya Newrozê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn girse ber bi navenda bajar dest bi meşê kir. 
 
Piştî konsera Koma Lawje pîrozbahiya Newrozê Wanê ku bi sed hezaran kes tevlî bûn, bi dawî bû. Lê bi sed hezaran kesên ku nexwestin qadê biterikînin ji bo demekê li qadê man û piştre ber bi navenda bajar dest bi meşê kirin. Girse di meşê de bi daxwaza azadiya Ocalan dûrişmeyan berz dikin.