Li Bazîdê govenda li dora agirê Newrozê

  • 15:24 20 Adar 2022
  • Rojane
 
AGIRÎ - Li Bazîda Agiriyê Newroz bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" hat pîroz kirin. Gel li dora agir kom bû û govenda serkeftinê gerandin.
 
Li navçeya Bazîdê ya Agiriyê jî agirê Newrozê hat pêxistin û gel li dora agir govenda azadiyê gerand. Girseya ku serê sibê li gel hewaya sar qada Newrozê tijê kirin. 
 
Hevserokê HDP'ê ya navçeyê Serhat Ceylan bal kişand ser girîngiya Newrozê ya îsal got bi bi yekitiya neteweyî aştî pêk bê. Parlamenterê HDP'ê ya Agiriyê Abdullah Koç, jî di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Gelê Kurd. 
 
Parlamenter Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî da zanîn ku kurd li hemberî zîhniyeta Dehaqan li ber xwe dide û got: "Gelê Kurd tu carî li hemberî zextan serî netewandi ye û netirsiyane. Îqtidar dê biçe em ê li vir bin. Em ê vê tiştî bi gelê xwe re bi ser xin. Em hene em ê hebin. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û pîrozbahî bi stranên Koma Aryen, Devrîm Çelîk û Evîn Sindî bi dawî.