Ji girtiyan daxuyaniya Newrozê

  • 09:10 20 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya Newroz li her kesî pîroz kir û bang li jin, ciwan; gelê Kurd û dostan kir ku her qadê bikin qada Newrozê.
 
Ji bo Newrozê ku îsal bi dirûşma "Dem dema serkertinê ye" tê pîrozkirin, girtiyan daxuyaniyek dan. Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê Denîz Kaya daxuyanî da û got, "Em Newrozê li Rêber Apo, hevrêyên li zindanan, li gerîla û gelê xwe pîroz dikin. Newroza azadkirina Rêbertî wê gelekî xurt derbvas bibe; li ser vê bingehê wê sala 50'emîn a Rêbertî û PKK'ê weke saleke mezin a têkoşînê cihê xwe di dîrokê de bigire."
 
Daxuyanî wiha ye: "Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê; em jî Newroza ku wê îsal bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' bê pîrozkirin, weke girtiyên li zindanan bi heman ruhî pîroz bikin. Şehîdên Newrozê di şexsê Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Ronahî û Bêrîvanan de bi minet û rêzdarî bi bîr tînin. Newrozê li Rêber Apo, hevrêyên li zindanan, li gerîla û tevahiya gelê me pîroz dikin. Newroz wê gelekî xurt derbas bibe; li ser vê bingehê sala 50'emîn a Rêbertî û PKK'ê wê weke saleke mezin a têkoşînê cihê xwe di dîrokê de bigire.
 
Berxwedana zindanê bi çirûska Newrozê mezin bûye
 
Berxwedana zindanê bi çirûska Newrozê mezin bûye, şehîdên Newrozê serhildan afirandin, di her Newrozê de gelê Kurd xwe bi nirxên nû ava kiriye. Îro şoreşa mezin a demokratîk, şoreşa civakî, şoreşa neteweyî, şoreşa çandî, şoreşa vejînê di Newrozê de pêk hatine. Zekiye Alkan, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan bûn havênê lehengî û welatparêziya rasteqîn a civaka Kurd a nû. Van rastiyan kir ku Gelê Kurd bibe gelê serhildanê û gelê Newrozê. Gelê Kurd xwe bi nirxên bedew û dewlemend xemiland, bû gelê Newrozê ku têk naçe. Gelê Kurd 50 sal in bi ruhê Newrozê li ber xwe dide, têdikoşe û bû gelê pêşeng ê sedsala 20'î ku wê gelên Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike. Gelê Kurd ê bûye Newroz veguheriye gelên Rojhilata Navîn ê Newrozbûyî.
 
Em bi coşeke mezin Newrozê pêşwazî dikin
 
Em bi kelecan, coş û hêviyeke mezin Newroza 2022'an pêşwazî dikin. Bi nirxên mezin ên têkoşîna Rêbertî ya sala 50'î û îradeya têkoşînê, di sala 50'emîn de em ê Rêber Apo ji aliyê fîzîkî ve azad bikin. Em dibêjin êdî jiyaneke bêyî Rêbertî ti carî qebûl nakin. Azadkirina Rêberê me ku xizmetên mezin ji gelê me û mirovahiyê re kiriye em weke deynekî mezin dibînin. Azadî û demokasî bi xwedîderketin û azadiya fîzîkî ya Rêbertî dibe.
 
Serdema Newrozê ya hemdem ku beriya 50 salan dest pê kir gelek tişt bi gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn da qezençkirin; di sala 50'emîn a Partî û Rêbertî de divê Newroz hîn bi xurtî bê pîrozkirin, sala 50'emîn bibe sala hliweşandina faşîzmê û sala azadiya Rêber Apo û gelê Kurd. Li ser vê bingehê em bang li jin, ciwan; gelê Kurd û dostan dikin ku her qadên bikin qada Newrozê, biherikin qadên Newrozê, bi azadkirina Rêbertî re li Kurdistanê, Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn serdemeke nû ya azadî û demokrasiyê biafirînin."