Li Dêrik, Farqîn û Stewrê coşa Newrozê

  • 14:20 20 Adar 2022
  • Rojane
 
MÊRDÎN - Li Dêrik, Stewrê û Farqînê agirê Newrozê hat pêxistin û gel govenda azadiyê gerand. 
 
Komîteya Amedekar a Newrozê ya Dêrikê bi dir3uşma “Dem Dema Serkeftinê ye”  li navenda Dêrikê  şahî li dar xist. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pero Dundar, Ebrû Gunay, parlementera berê ya HDP’ê Çaglar Demîrel, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Rêxistinên HDP’ê yên bajêr û navçê û Tevgera Jinên Azad (TJA) beşdarî mîtîngê bûn. Herwiha bi hezaran welatî qada mîtîngê tije kirin. Hevseroka HDP’ê Perîhan Agaoglu, Çaglar Demîrel, parlementer Pero Dundar û hevserokê şaredariya mezin a Mêrdînê Ahmet Turk axivîn û hunermendan jî stranên xwe berz kirin. 
 
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Agirê Newrozê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” “Bijî Newroz”, “Bijî Berxwedana Zindanan” re hat pêxistin û bernameyê dest pê kir.
 
‘Ev roja serkeftinê ye’
 
Perîhan Agaoglu ya di destpêkê de axiviye peyama yekitiyê da û  got: “Em ji Dêrikê ji bo azadiya birêz Abdullah Ocalan dengê xwe bilind dikin. Ger li Tirkiyeyê qala demokrasiyê were kirin neçar in ku bi kurdan re rûnin ser maseyê. Bê guman çareserî li Îmraliyê ye. Hûn neçar in tecrîdê bişkînin. Em ji Dêrikê banga xwe bi gurkirina agirê Newrozê re bilind dikin. Newroz yekîtî ye û em ê bi yekîtiyê agirê serkeftinê gur bikin.”
 
‘Em ê têkoşîna xwe bidin berdewamkirin’
 
Çağlar Demîrel di serî de got em ji Dêrikê slavên germ ji girtîgehan re dişinin û wiha berdewam kir: “Min slavên girtîgehê ji we re anîne. Em ji vê qadê jî dibînin û di girtîgehan de jî dibînin ku wê têkoşîna me li her qadê bilind bibe. Heya em hene jî em ê vê têkoşîna xwe ya azadiyê bidin meşandin. Em cejna we pîroz dikin.”
 
‘Ji bo çareseriyê di tecrîdê de bi israr in’
 
Beriya salan Kawayê Hesinkar li dijî Dahakê zilimkar agirê serkeftinê bi dest xist. Kawayê hevdem jî di girtîgehê de bi sê kibrîtan agir bi bedena xwe xist. Di serî de birêz Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî ku ji ber fikir û ramanên xwe hatine girtin di bin tecrîdek giran de tên hiştin. Yek ji wan jî rêhevala me Aysel Tugluk e. Em têkoşîn û berxwedana wan bi rêzdarî slav dikin. Lewra li dijî van êrişan, li dijî dewleta zilmkar gelê me yê kurd tucarî paşve gav neavêt û hertim têdikoşe. Îro li Ukrayna şerek tê kirin. Em dibînin her kes piştgirî dide wan. Lê belê li her çar parçeyê Kurdistanê êriş tê kirin û herkes bêdeng e. Divê em xwe bikin yek û êrişan vale derbixin. Em ji têkoşîna xwe bi bawer in û em dizanin em ê gelek tiştan biguherin. Yên ku gelê kurd û vîna wan tune dihesibînin wê bi bin bikevin. Divê em xwe rêxistin bikin û bi ser bikevin.”
 
‘Wê bibe Newroza azadiya birêz Abdullah Ocalan’
 
Pero Dundar jî di serî de Newrozê li girtîgehan pîroz kir û got: “Em bi coşa 8’ê Adarê ber bi Newrozê ve hatin. Me agirê serhildanê gur kir. Azadiya jinê azadiya civakê ye û em bi wê fikra xwe dimeşin. Jinên li vir kom bûne û girseyek mezin ava kirine jî cihê em gihêştinê nîşan didin. Îro jî em ne tenê darekî dişewitînin em berxwedana xwe gur dikin. Di vê Newrozê de yek ji xalên herî girîng ku em li ser rawestin jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan e. 24 sal in tecrîd bê navber berdewam dike û piştî pêvajoya aştiyê jî her ku çû ev tecrîd hate girankirin. Em ji îktidarê re dibêjin hûn nikarin gelê kurd bixapînin. Em vê Newrozê dikin Newroza azadiya birêz Abdullah Ocalan.”
 
‘Ev Newroza yekîtiyê ye’
 
Pero herî dawî van gotinan kir: “Heya ku pirsgirêka kurdan berdewam bike, êrişên taybet, li ser siyaseta kurd û gelê kurd tê meşandin berdewam bikin, ya herî girîng ji heyanî birêz Abdullah Ocalan neyê azadkirin wê pirsgirêka kurd çareser nebe. Divê hûn di serî tecrîda li ser gelê kurd tê meşandin rakin. Dixwazin me teng bikin û bidin girtin. Xwestin HDP’ê bigirin, xwestin rêxisitina jinê tasfiye bikin. Lewra hûn nikarin, îro roja serhildanê ye. Qad ên me ne, kolan ên me ne, Newroz a me ye. Îktidara ku li ser diziyê û êrişkariyê xwe ava kiriye wê îro cihê xwe jî nebînin. Em li Newrozê vê peyamê didin îqtidarê. Ger cesareta we heye werin em biçin ser sindoqan. Ji ber wê yekê em dibêjin ev Newroz, Newroza azadiyê û yekîtiya kurd e. Wê ev Newroz bibe manifestoya azadiyê. Em slav li Kawayên hevdem dikin. Em Newroza serokatî, ya hemû girtîgehan û ya hemû gelê kurd pîroz dikin.”
 
Herî dawî ji hunermendên bi navê Koma Roza, hunermend Umut Botan û stranbêjên herêmê li ser dikê stranên xwe berz kirin. Li Dêrikê hezaran govend gerand û bê navber dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Bijî Berxwedana Zindanan “ hate berzkirin. 
 
Li Stewrê dirûşma 'Bijî Serok Apo' 
 
Li Bajaroka Ewêna ya Stewrê ya Mêrdînê Newroz bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Di Newrozê de dirûşmên "Bijî Newroz","Bijî Serok Apo","Newroz pîroz be" hatin berzkirin. Gelek endamên sazî û partiyan beşdar bûn.
 
Piştî rêzgirtinê Hevşaredara Stewrê Gulistan Oncu axiî û got qedexe nikare pêşî li têkoşîna kurdan bigire. 
 
Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û pîrozbahî bi stranên Mizgin Turan didome. 
 
Li Farqînê coşa Newrozê
 
Bi sedan kes beşdarî pîrozbahiya li Farqînê bûn û bi govenda azadiyê dest bi pîrozbahiyên Newrozê kirin. 
 
Li Kuçeya Azîzoglu ya Farqînê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" bi cilên kurdî bi sedan kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Piştî axaftinan Baran Çelebi û Reşat (Rençber Agirî) derket ser dikê û piştre Newroz bi dawî bû.