Li Yenîkapiyê agirê Newrozê ji bo azadiyê vêket

  • 14:07 20 Adar 2022
  • Rojane
 
STENBOL - Li Yenîkapiya ku gel bi daxwaza azadiyê lê kom bûn agirê Newrozê hat vêxistin. Coşa li qadê piştî vêxisitna agir zêdetir bû.
 
Li Stenbolê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Qda Yenîkapiyê pîrozbahiya Newrozê berdewam dike. Li gel hewaya sar Bi hezaran kesên ku ber bi qadê ve herikîn bi coş Neworzê pîroz dikin. 
 
Bernameya Newroza ku bi coşeke mezin tê pîrozkirin, bi stranên hunermendên kolanan û hunermend Huriyeyê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de ji bo Mazlum Dogan, Zekiye Alkan û hemû kesên di têkoşîna azadiyê û şoreşê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hate girtin. Piştre jî girseyê dirûşmên “Şehîd namirin “ û “Bijî Serok Apo” berz kirin.  
 
Piştre jî li ser navê Komîteya Amadekar a Newrozê Atîlla Ozdogan axaftina destpêkê kir. Di pîrozbahiyê de hevserokên HDP’a Stenbolê Ferhat Encû û Îlknûr Bîrol derketin ser dikê û girse bi zimanên kurtî û tirkî silav kirin û Newroz li gelan pîroz kir. Piştre jî girseyê bi yek dengî dirûşma “Newroz pîroz be” berz kirin. 
 
Dayikên Aştiyê Agirê Newrozê pêxistin 
 
Piştî axaftina destpêkê, Dayikên Aştiyê agirê Newrozê vêxist. Di dema vêxistina agirê Newrozê de girseyê dirûşm berz kirin û stran gotin. 
 
Piştre Metnê hevpar ê Newrozê hat xwendin û wiha hat  gotin:
  
"Bi wêxistina agirê Newrozê re li ser navê hemû pêkhateyan metneke hevpar hate xwendin. Di metnê ji ewil hemû kes hat silavkirin û ev tişt hatin gotin: “Silav ji keç û kurên Demîrcî Kawa re ku bi hêvî û coşeke mezin ji her çar aliyên Stenbolê ve herikîn vê qadê. Silav ji her kesên çar aliyên welêt, zindan, kargeh, zom, çiya, deşt, kolan û zanîngehan li ber xwe didin.  Silav ji xwîşk û birayên çînî yên Kawayê Hesinkar û ji çîna karker a li hemberî pergala kapîtalîst li ber xwe didin. Silav ji bo kesên bi hewla avakirina cîhaneke nû, welatekî nû, jiyaneke nû û pêşerojeke nû li ber xwe didin. Silav ji bo jinên ku meydanê ji desthilatdariya mêrê serdest dixwin û destûr nadin tarîtiyê. Silav ji bo rêhevalên me yên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û di dilê me de her hene.” 
 
Di metnê de hat gotin ku ew şerên mêtingerên emperyal û hegemonyayê şer dikin û wiha bi dawî kir: “Em, polîtîkayên înkarkirina nasname û çanda kurd û elewiyan, polîtîkayên pişaftinê û yên statûya kurdan red dikin û polîtîkayên tecrîdê yên li ser nûnerên siyasî yên gelê kurd red dikin. Îro bi milyonên kesên li vê qadê û li qadên cuda yên welêt hatine cem hev; li dijî faşîzm û xizaniyê dengê xwe derdixînin. Newroz; têkoşîna pêkanîna hêviya aştî, xwîşk û biratî û wekheviyê ye. Banga me ji bo hemû gelan me ew e ku li dijî şer, faşîzm û xizaniyê mil bidin milê têkoşîna me.” 
 
Pîrozbahî bi axafitnan berdewam dike.