Li qadên Newrozê govenda azadiyê

  • 13:36 20 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Newroz li gelek bajaran bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” bi coşek mezin hat pîrozkirin. Qadên Newrozê bi rengên kes, sor û zer û bi cilên kurdewarî xemilî. 
 
Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li gelek bajaran bi coşek mezin hat pîrozkirin. Gel serê sibê bi kom bi kom herikin qadên pîrozbahiyê û bi dirûşm, çepik, tilîlî û govend gerandinê Newroza sala 20022'yan pîroz kirin. 
 
Edene 
 
Pîrozbahiya li Edenê bi coşek mezin destpêkir. Li qada pîrozbahiyê pankartên wekî "Bijî têkoşîna ciwanen şoreşger", "Ji Kawayê hekinkar heta Kawayê hemden, bijî Newroz", "Em ê tecrîdê bişkenin û faşîzmê têk bibin", "Newroz pîroz be" û "Kemal Kûrkût nemir e" hat daliqandin. Gel bi dirûşma "Bijî Newroz", "Bijî Serok Apo", "Be Serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana zindana" ketin qadê. Gelek sazî û rêxistinên sivîl û partiyên sivîl tevlî pîrozbahiyê bûn. Pîrozbahî bi stranên Koma Şitlen Azadî dest pê kir. 
 
Riha
 
Li Rihayê jî serê sibê gel ji bo pîrozbahiyê berê xwe da Stada 11'ê Nîsanê. Jin wekî her sal bi  cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn. Beriya bernameyê gel govend girtin û bi dirûşma Newroz pîroz kirin. Nûrenên saziyên sivîl û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hunerned Kadîr Çat, Erdogan Emîr, Koma Hewra derketin ser dike. 
 
Dîlok 
 
Li Dîlokê jî pîrozbahî bi coşek mezin dest pê kir. Newroza ku li qada otobûsan a berê pêk hatî de bi sedan kes bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn. Hunermend Mikail Arslan û Şerzat derketin ser dikê. 
 
Semsûr 
 
Pîrozbahiya Newrozê li taxa Mîmar Sînan a Semsûrê serê sibê dest pê kir. Nûrenên sazî û partiyên siyasî tevlî pîrozbahiyê bûn. Her wiha hunermend Azad Bedran û Koma Jinawaz dê stranên xwe bi gel re parvekirin. 
 
Osmaniye
 
Li Osmaniyeyê pîrozbahiyên Newrozê yên îsal bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” li Taxa Yûnûs Emre dest pê kir. Piştî gel di du noxteyên polîsan ên lêgerînê de derbas bûn, ketin qada Newrozê. Li qada ku bi flamayên rengîn û bi pifdankan hat xemilandin tevî astengiyên polîsan jî pankartên “Niha dema serkeftinê ye” , “Em ê bi hev re biguherînin, niha dema serkeftinê ye” hatin daliqandin. Pîrozbahî bi gerandina govenda azadiyê berdewam kir.
 
Îskenderûn
 
Pîrozbahiyên li navçeya Îskenderûn a Hatayê jî li Qada Newrozê ya li Taxa Bûlûttepe dest pê kirin. Gel piştî lêgerîna polîsan ketin qada ku bi bariyerên polîsan hatiye girtin. Li qada ku bi flamayên rengîn hatiye xemilandin pankartên “Ji faşîzm û nijadperestiyê re na” û “Newroz pîroz be” hatin daliqandin. Hatina gelê ku bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî Newrozê dibin didome. Jin bi stranên ku dibêjin govendê digerandin. 
 
Dortyol
 
Pîrozbahiyên Newrozê yên li navçeya Dortyola Hatayê jî li Taxa Ocakli hatin destpêkirin. Welatiyan piştî lêgerîna polîsan dest bi ketina qada Newrozê ya bi bariyerên polîsan hatiye girtin bûn. Li qada ku bi alên Newrozê û flamayên kesk û sor û zer hatiye xemilandin pankarta “Newroz pîroz be” hat daliqandin. Newroz bi gerandina govendê hat pîrozkirin.
 
Antalya
 
Li Antalyayê jî pîrozbahî li Qada Arena ya Kepezê hatin destpêkirin. Li qada ku bi alên rengîn û flamayan hatiye xemilandin pankartên “Denîz Poyraz nemir e” û “Em tecrîdê bişikînin û girtiyên nexweş azad bikin” hatin daliqandin. Welatiyên ku di noxteyên lêgerînê yên polîsan de derbas bûn û ketin qadê, bi stranên li ser dikê lêxistin, govend gerandin.
 
Çanakkale
 
Li Çanakkaleyê vê salê Newroz li Taxa Esenlerê hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku bi girseyî tevlibûn lê hat kirin jinan bi rengên xwe qad xemilandin û dirûşmên "Jin jiyan azadî" berz kirin. Girseya ku derbasî qadê bû dest bi govendê kir. Ji qadê dengê dirûşmên "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî Newroz" bilind bû. Parlamenterê HDP'ê Musa Pîroglu di pîrozbahiyê de axivî û pîrozbahiyên li bajarên din silav kir.
 
Bursa
 
Cihekî din ku Neworz lê hat pîrozkirin jî Bursayê ye. Lê Bursayê girse li Qada Bazarê kom bû. Qad bi alên HDP'ê hat xemilandin û pankarta bi dirûşma "Newroz pîroz be" hat daliqandin. Li gel barîna baranê jî bi sedan kes ber bi qadê ve herikîn.
 
Tekîrdag
 
Li Tekîrdagê jî welatî li Qda Ergene ya Newrozê kom bûn. Di pîrozbahiya ku bi hezaran kes tevli bûn de govend hat girtin. Parlamenterê HDP'ê Alî Kenanoglu û endamên meclisa partiyê jî tevli pîrozbahiyê bûn.
 
Li wir jî ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dirûşmin hatin berzkirin.