Li Qada Newrozê ya Êlihê dengê tilîliyan bilind dibe

  • 12:43 20 Adar 2022
  • Rojane
ÊLIH - Li Êlihê Qada Newrozê dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê serok jiyan nabe” bilind dibin. Girse bi gerandina govendê Newrozê pîroz dikin. 
 
Newroza bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Êlihê li Qada Newrozê ya taxa Pazaryeriyê pêk tê. Pîrozbahî bi coşek mezin dest pê kir. Serê sibê gel bi cil û bergên kurdewarî li gund û navçeyan ber bi qadê ve herikin. Gel bi tilîlî, dirûşm û çepikan li qadê cih xwe girt. 
 
Li qadê dowizên wekî  "Denîz Poyroz rûmeta me ye", “Dem dema azadiyê ye”, “Zimanê me rûmeta me ye”, “Girtiyên nexweş rûmeta me ye" û “Edî bes e dem dema azadiyê ye" hatin vekirin. Qad bi rengê kes, sor û zer hat xemilandin. 
 
Girse bi gerandina dilanê dest bi pîrozbahiyê kir. Her wiha li qadê dirûşmên wekî “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” û “Bijî berxwedana zindanan” tê berzkirin. 
 
Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Acar, Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan, Serokê Giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan-Bakur (PDK-Bakur) Sertaç Bucak û Dayikên Aştiyê agirê Newrozê pêxistin. Piştî hilkirina agirê Newrozê bi deh hezaran kes govenda azadiyê gerand. Li qada ku bi deh hezaran kes kom bûn kêliyek jî kelecan û kêfxweşî jê kêm nebû û veguherî qadek rengîn. 
 
Daxwaza azadiya Abdullah Ocalan
 
Parlamenter Ayşe Acar Başaran axivî û diyar kir ku qadên Newrozê bersiva gotina “taqeta wan nema” ya Serokkomar Erdogan dide. Başaran got tu êriş, astengî, qetlîma berxwedana Newrozê ya gelê kurd nesekinand. Acar anî ziman ku Batman yek ji bajarên kujer nediyar e û lê belê vî bajarî tu demê serê xwe netewand û îro li qadan rûmet û serkeftinê dide nîşandan. Başaran îro bi milyonan kes azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan qîr dike û got: “Gel azadiya birêz Ocalan dxwaz dike. Divê li tavilê birêz Ocalan bigihîje azadiya xwe.” 
 
Axaftina Ayşe bi berzkirina dirûşmên dilsoziya bi Ocalan re hat birîn. 
 
Newroz roja azadî û yekîtiyê ye
 
Serokê PDK-Bakur Sertaç Bûcak jî axivî û diyar kir ku bi deh hezaran kes îro li vir bersiva zilmê dide û Newroz roja yekitiyê ye. Sertaç destnîşan kir ku gelê kurd li çar parçeyên Kurdistanê li her qadê Newrozê bi coşek mezin pîroz dike û gelê kurd bi berxwedana Kawayan daxwazên xwe tîne ziman. Bûcak destnîşan kir ku Newroz roja azadî û yekîtiyê ye. 
 
‘Ev têkoşîn xwe li qadên Newrozê nîşan dide’ 
 
Cigirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan jî axivî û wiha got: “Em ji vê qadê bi hezaran silavên xwe ji berxwedêrên zindanan re dişînin. Em ji vir silavê xwe ji Ocalan re dişînin. Di vê cejna ku em têkçûna zaliman pîroz dikin, em ê azadiya Ocalan pêşwazî bikin. Wê ev îktidara faşîst têk biçe. Xeta têkoşîna me ya Rêya 3’emîn diyar e. Ev têkoşîn xwe li qadên Newrozê nîşan dide.”