Pîrozbahiya Newrozê ya li Meletî û Elbîstanê dest pê kir

  • 11:21 20 Adar 2022
  • Rojane
 
MELETÎ/GURMGUM  Pîrozbahiya Newrozê ya Meletî û Elbîstana Gurmgumê bi govend gerandinê dest pê kir. 
 
Îsal bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” li gelek bajaran Newroz bi coşekê mezin tê pîroz kirin. Li Meletî û Elbîstana Gurmgumê pîrozbahî bi gerandina govendê dest pê kir.
 
Li Meletî Kemal Kûrkût nehat ji bîr kirin
 
Li Meletiyê jî wê li xaçereya Emeksîzê ya girêdayî taxa Paşakoşkû were pîroz kirin. Welatiyan di saetên serê sibê de berê xwe dan qada Newrozê. Welatî bi cil û bergên gelerî beşdarî bûn. Pîrozbahî bi govend gerandinê dest pê kir. Her wiha li ser dikê di nav qûrnefîlan de wêneyê Kemal Kûrkût hate bi cîh kirin. 
 
Di pîrozbahiyê de wê parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) yê Êlihê Mehmet Rûştû Tîryakî biaxive. Piştre jî dê Koma mûzîkê ya Koma Çiya derkeve ser dikê.
 
Li Elbîstanê 'Dem dema serkeftinê ye'
 
Pîrozbahî li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Elbîstanê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" dest pê kir. Girse ber bi qadê ve diherike. Girseya ku li qadê kom bûn jî govendê digerînin. 
 
Her wiha parlamenterê HDP'ê Zeynel Ozen wek axaftvan tevlî pîrozbahiyê dibe. Hunermend Mîzgîn Turan û Agîd Işik jî dê derkevin ser dikê.