Ligel barîna berfê berê xwe dan Keleha Wanê

  • 11:06 20 Adar 2022
  • Rojane
 
WAN - Ligel barîna berfê gel ji bo pîrozbahiyê berê xwe da Keleha Wanê. 
 
Newroza 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Keleha Wanê tê pîrozkirin. Ligel berfa ku şevê din ve dibare gel kom bi kom ber bi qadê ve diherike. Gel wekî her sal bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê dibin. Girseya ku li qadê jî li hemberî muzîkê govend digerînin. Qada pîrozbahiyê bi alên kes, sor û zer hat xemilandin û her wiha pankarta “Dem dema serkeftinê ye" û “Dem dema azadiya Jinê ye” hat daliqandin. 
 
Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê Sezaî Temellî, Feleknaz Uca û Tayîp Temel, serokê giştî ya Partiya Azadî û Mirovan (PÎA) Mehmet Kamaç dê pîrozbahiyê di biaxifin. Her wiha Koma Lawje, Eleonore, Koma Pel û Ayfer Duzdaş dê derkevin ser dikê.