‘Bila Newroz bibe wesîleya bidawîbûna tecrîdê’

  • 09:04 20 Adar 2022
  • Rojane
 
 
COLEMÊRG - Jinên HDP’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adarê roja duşemê li Geverê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin bang kirin û wiha gotin: “Werin em dest bidin hev û agirê Newrozê gur bikin. Agirê em pê dixin bila bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê.”
 
Newroza 2022’yan îsa li 72 navendî bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Yek ji bajarên ku bi coşek mezin Newroz lê tê pîrozkirin Colemêrg e. Li navenda bajar di 20’ê adarê de li Geverê jî di 21’ê adarê de Newroz wê bê pîrozkirin û bê navber xebat didomin. Komîteya Newrozê ya Geverê li gund û taxan xebatên xwe didomînin.
 
Komîteya Newrozê ya HDP’ê got Newroza îsal bila bibe wesileya aştî, wekhevî û azadiyê.
 
‘Tevî hemû astengiyan bi coş derbas dibe’
 
Endama Meclîsa Jinan a HDP’ê ya Colemêrgê Halîme Sure diyar kir ku tevî hemû astengî û zextan xebatên xwe bê navber dimeşînin. Halîmeyê bi lêv kir ku tevî hemû astengiyan wê li her derê Newrozê bi coş pîroz bikin. Halîmeyê wiha daxuyand: “Ji pêvajoya rêveberiyên xweser heta niha em her tim bi astengiyan re hatin rû hev lê îradeya gelê me ligel me bû û ji ber vê me ji wan hêz digirt.Tevî wan zext û atengiyan gel şûnde venekişiya û me jî dest ji têkoşîna xwe berneda. Ji wê salê û şûnde Newroz her tim bi coş derbas bû.”
 
‘Tevî astengiyan amadekariyên Newrozê’
 
Halîmeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku beriya berxwedanên rêveberiyên xweser li her taxê agirê Newrozê pêdixistisn û di pêvajoya rêveberiya xweser de her tişt  guherî û bernameyên Newrozê bi astengiyan re hatine rû hev û wiha dirêjî dayê: “Ji zarokatiya xwe de diçim Newrozê. Berê bi rojan beriya Newrozê li taxa pîrozbahî dest pê dikirin. Lê salên dawî de astengiyên mezin derxistin. Tevî hemû astengiyan xwe şûnde nekişand. Bi mehan beriya Newrozê amadekarî dikirin. Her sal qadên Newrozê tije dibin û bi coş Newroz tê pîrozkirin.” 
 
‘Werin em bi hev re agir gûr bikin’
 
Halîmeyê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser rojevên sereke yên Newroza îsal û ev tişt anî ziman: "Girtîgeh û tecrîd wê rojeva me be. Hêviya me eve Newroz bibe wesîleya bidawîbûna tecrîdê. Em dixwazin hemû gelê Geverê di Newrozê de li qadê bin. Werin em dest bidin hev û agir gur bikin. Bila agirê Newrozê bibe wesîleya  aştî, wekhevî û azadiyê.”
 
‘Em her kesî vexwendiyê Newrozê dikin’
 
Ji Komîteya Newrozê Yuksel Yilmaz  jî nêrînên xwe yên der barê Newrozê de anî ziman û diyar kir ku ew mal bi mal, kolan bi kolan geriyane û xwe gîhandine her alî û wiha pê de çû: “Me xebatên xwe bê navber bi coşeke mezin pîroz kir. Em bi coş, kelecan û kêfxweşiyeke mezin bi hemû hevalên xwe re gund bi gund tax bi tax geriyan û xebatên xwe dimeşînin. Em hemû gelê xwe vexwendiyê Newrozê dikin.”