Hunermend Nûarîn: Li dijî zextan em ê li qadên Newrozê bin

  • 09:02 20 Adar 2022
  • Rojane
 
Sema Çaglak
 
AMED - Hunermend Nûarîn, bal kişand ser cezakirina hunermendan ku ji ber li qada Newrozê bi kurdî stran gotine û destnîşan kir ku li dijî zeztên li ser çand û hunera kurdî ew ê li qadên Newrozê bin.  
 
Newroz ji bo Gelê Kurd li dijî zilmê serhildan û nûbûn e. Ji ber vê ye ku her sal Newroz bi coş û kelecanek mezin li çar hêlên Kurdistanê tê pîrozkirin. Her wiha di Newrozê de gelek hunermendan jî heta roja îro ji bo stranên xwe pêşkêş bikin li qadên Newrozê cihê xwe girtine. Gelek hûnermendên kurd ji ber ku bi kurdî stran gotine tevli pîrozbahiyê bûne hatine cezakirin û hinek ji wan jî hîna di girtîgehan de tên girtin. Stranbêj Nûarîn têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.
 
‘Dema serkeftinê hatiye’
 
Nûarîn di destpêka axaftina xwe de Newroz li Gelê Kurd pîroz kir û diyar kir ku bila Newroza îsal ji bo hemû gelan aştî, wekhevî û azadiyê bîne. Nûarîn da xuyakirin ku îsal ji bo Gelê Kurd Newroz xwedî girîngiyeke mezin e û got, "Divê ev sal bibe sala Rêbertiyê. Divê Newroza îsal xîtabî ruhê demê bike. Ji ber wê ye ku bi dirûşma 'Dem dema serkeftinê ye' wê îsal Newroz bê pîrozkirin. Wekî li vêderê jî hatiye gotin dema serkeftinê hatiye. Di serî de li Kurdistanê li tevahiya cîhanê têkoşîneke bê hempa heye .Wê gelê kurd bi vê zanînê derkeve qadan."
 
‘Gelek hunermend ji bo stranên kurdî di girtîgehan de nin’
 
Nûarîn bibîr xist ku bi salan e Gelê Kurd di bin zextê de ye û destnîşan kir ku zexta herî zêde jî li ser çand û hunera kurdî ye. Nûarîn, got: “Çawa ku di salên 90 'î de bi serdegirtina saziyên çand û hunerê re hewl hat dayîn pêşî li xebatên Kurdî bê girtin. Ciwanên ku xwestin li kolanan stranên kurdî bistirên hatin binçavkirin û bi êrîşan re rûbirû man. Ji ber ku dizanin hunermend pêşengên vî gelî ne û êrîş dikin Lê me dîsa serî netewandin û xebatên xwe hîn bi hêztir domandin. Gelek hevalên me niha li girtîgehan tên girtin. Sedema vê jî ji ber ku bi zimanê xwe stranan dibêjin. Saziyên me yên çand û hunerê tên girtin û xebatên me tên astengkirin. Lê em haydarin li dijî çanda me qirkirineke mezin hatiye destpêkirin.”
 
‘Newroz li dijî Dehakan serhildana Kawa ye’
 
Nûarîn, di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku divê gel xwedî li çand û hunera xwe derkeve û got: “Yên ku li qada çand û hunerê dixebitin tu carî paşve gav neavêjin. Divê hemû kes bi vî awayî nêzî Newrozê bibe û lê xwedî derkeve. Em hunermendên kurd li pêş 10 kesan bin jî an li pêş bi mîlyonan kesan bin jî kelecana me timî heye. Newroz li dijî Dehakan serhildana Kawa ye. Gelê Kurd li çar parçeyên Kurdîstanê li ber xwe dide û têkoşînek bêhempa dide. Divê em jî li gorî vê têkoşînê mezintir bikin û piştgitiyê bidin berxwedanê.”
 
‘Dem dema serkeftinê ye’
 
Nûarîn, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê hemû kes roja Newrozê dakeve qadan û dagire û ev tişt anî ziman: “Ez jî dibêjim 'Dem dema serkeftinê ye'. Di 8’ê Adarê de jonên kurd bersîvek baş dan pergala heyî. Divê bi vê coşê Gelê Kurd ji bo azadiya Rêbertiyê biherike qada. Em baş dizanin ku di vê Newrozê de jî wê ji vê pergala serdest  re bersîvek baş bê dayîn.”