ROJEVA 20'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 20 Adar 2022
  • Rojev
 
*"Kurd bûn agir û paşverûtiyên xwe şewitandin. Kurd bûn Newroz û Newroz bû kurdên nû ên azadîxwaz ku êdî pêşengtî ji hemû gelên bindest re jî dikin. Hêviya serxwebûnê di dil û mêjiyan de didin çandin." JI PÊNÛSA JINAN
 
*Hunermend Nûarîn, bal kişand ser cezakirina hunermendan ku ji ber li qada Newrozê bi kurdî stran gotine û destnîşan kir ku li dijî zeztên li ser çand û hunera kurdî ew ê li qadên Newrozê bin. DÎMEN HEYE
 
*Ciwanên kurd ji bo Cejna Newrozê pêşwazî bikin xwe bi cil û bergên kurdî dixemilînin. Esnafên ku cilên kurdî difiroşin coşa ciwanan parve kirin û gotin li gorî salên din îsal coşek cuda heye. Ango li gorî salên din zêdetir kirîna cilên kurdî çêdibe. DÎMEN HEYE
 
*Jinên HDP’ê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adarê roja duşemê li Geverê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin bang kirin û wiha gotin: “Werin em dest bidin hev û agirê Newrozê gur bikin. Agirê em pê dixin bila bibe wesîleya aştî, wekhevî û azadiyê.” BI DÎMEN