Ji Newroza Şemzînanê dirûşma 'Bijî Serok Apo'

  • 16:19 19 Adar 2022
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Li Şemzînanê Newroz bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pîrozkirin. 
 
Li Şemzînana Colemêrgê Newroz bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" li Xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê hat pîrozkirin. Serê sibê welatî bi cil û bergên xwe yên kurdewarî hatin qadê. Ligel hewaya sar li qadê cih xwe girtin.
 
Piştî rezgirtinê bernameya pîrozbahiyê hat destpêkirin. Di serî de agirê Newrozê ji hêla Dayikên Aştiyê ve hat pêxistin. Girse li dora agir govend gerand û dirûşmê "HDP gel e û gel li vir e", “Bijî Serok Apo” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. 
 
Parlamenterê HDP'ê ya Colemêrgê Saît Dede axivî û bal kişand ser girîniya Newrozê. Saît, diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin û wiha bi lêv kir: "Birêz Ocalan ne kesekî wisa ji rêz e. Her kes jî dizane navenda çareseriyê Birêz Ocalan e. Me vî tiştî di salên 2013'yan û 2015'an de dît. Heke dixwazin şer biqede divê muzakere pêk bê. Her wiha divê li Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtin bikin. Birêz Ocalan vîna bi milyonan kesî ye. Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye."
 
Newroza Şemzînanê bi stranên hunermendên herêmî bi dawî bû.