Li Mexmûrê pîrozbahiya Newrozê dest pê kir

  • 16:01 19 Adar 2022
  • Rojane
 
MEXMÛR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi coşek mezin û şahiya bi heybet a Newrozê dest pê kir.
 
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) Newroz bi coşek mezin tê pêşwazî kirin. Îro gel bi cil û bergên xwe yên kurdewarî berê xwe dan cihê şahiyê. 
 
Şahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî agirê Newrozê hat pêxistin.
 
Li ser giringiya roja Newrozê Hevserokê Meclîsa Gel Mamosta Yusuf Kara axivî û got: “Gelê welatparêz, qehreman, gelê bedeldayî gelê ku bi canê xwe bi vê şoreşê re, ev nêzî 30 sal in têkoşîn didin meşandin. 50’emîn Newroza Rêber Apo li zarokên pêşeroja civakê, mamosta û mêhvanên ji dûr hatî pîroz dikin. 
 
Hûn jî dizanin em 50 saliya Newroza Rêber Apo pêşwazî dikin. Pêwîste Newroza 50'emîn edî bibe Newroza azadî, serxwebûn û serfirazî ye. Hebûn û têkoşîna xwe em hin bilind bikin û pêngava 1974’an hatî destpêkirin bi wê pêngavê re Havalê Mazlum agirê Newrozê bi canê xwe pêxist. Ji bo em ruhê 1974’an bidin meşandin, pêgava ku bi sê çar kesan hatî destpêkirin û heta roja îro gihaye vê astê û ev Newroz bûye Newroza milyonan kes ku bikarin li hemberî dijminê faşîst li ber xwe bidin. Gelê me yê ku bi vê pêgava 1973'yan heta roja îro canê xwe feda kiriye em wan hemûyan bi bîr tinin û bejna xwe li ber wan ditewînin.
 
Cejna Newrozê azadkirina Rêber Apo ye, ji ber wê em divê em li hemû qad û astan de berxwedana xwe tacîdar bikin û em carek din Newroza Rêber Apo li jina azad, li zarokan û gelê amade pîroz dikin. Ev Newroz wê bibe wesileya serxwebûn û azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”
 
Piştî axaftinê Koma Muzîkê ya Navenda Çand û Hunerê derket ser dikê. 
 
Bernameya şahiya Newrozê wihaye: Wê Koma Govendê ya Şehîd Xebat Marînos, lîstîka şanoyê, hunermend Heval Axin, Koma Govendê ya Ciwanan, Hunermend Berbang derke ser dikê.