Li Qileban û Basayê agirê Newrozê pêket

  • 15:42 19 Adar 2022
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Li navçeya Qileban û Basayê bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye" agirê Newrozê hat pêxistin û bi gerandina govendê Newroz hat pîrozkirin. 
 
Li Qilaban û Basaya Şirnexê Newroz bi coşek mezin bi dirûşa "Dema dema serkeftinê ye" hat pîrozkirin. Welatî bi cil û bergên xwe serê sibê herikin qada Newrozê. 
 
Li Basayê piştî 8 salan pîrozbahî
 
Li navçeya Basayê ya Şirnexê piştî 8 salan bi dirûşmeya “Dem dema serkeftinê ye” agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahiya ku li Qada Pazarê hat kirin, Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Guler Tunç, rêveberên HDP’ê yên Basayê û bi sedan kes bi cil û bergên xwe yên kurdî beşdarî Newrozê bûn. Ligel baran û berfê jî girseyê berê xwe da qada Newrozê.
 
Bi rojane li navçeya ku amadekariyên Newrozê têkirin, serê sibehê gel bi cil û bergên kurdî berê xwe dan qada Newrozê. Li Qadê alên HDP’ê û pankarta Newrozê hat daliqandin. 
 
Girse beriya axaftinan bi stranan govend gerand. Piştî gerandina govendê agirê Newrozê hat pêxistin. Di serî de Hevserokên HDP’ê yên Basayê Bediya Îmre û Ahmet Aktug gel slav kir û xwestin ev Newroz bibe wesîleya azadî, aştî û wekheviyê.
 
‘Newroz wateya li hember zilmê berxwedan û têkoşîne’
 
Herî dawî Huseyîn Kaçmazî HDP’yî axivî û got: “Kesên ku bedenên xwe dan ber agir carekedin vê rojê bi watedar kirin. Em Mazlum Dogan û kesên di Newroza 92’yan a li Cizîr, Şirnex û Nisêbînê hat qetilkirin bi bîr tînin. Li hember Dehaqê zalimkar Kawayê ku serî rakir vê rojê bi wate kir. Newroz wateya li hember zilmê berxwedan û têkoşîne. Ligel barana dibare jî we berê xwe da qada Newrozê û vê rojê pîroz dikin. Newroz ji bo hemû gelê cihanê û Rojhilata Navîn xwedî cihek girîng e. Lê ji bo Gelê Kurd wateya wê mezintire.”
 
‘Em ê teqez bi ser kevin’
 
Huseyin, destnîşan kir ku Tirkiye di aliyê demokrasî û mafê mirovan de paşve maye û wiha bal kişand binpêkirina mafên zilma ser girtiyan: “Îktîdar demokrasiyê û mafê mirovan binpê dikin. Îro di girtîgehan de bi hezaran hevalên me dîl tên girtin. Bi taybetî jî hevalên me yên girtiyên nexweş di girtîgehan de tên girtin û nayên tahliyekirin. Di şexsê Aysel Tugluk de em azadiya hemû girtiyên nexweş dixwazin. Zilma AKP’ê îro ji hemû rojên berê zêdetire. Çawa ku me îro agirê Newrozê bilind kir, em ê têkoşîna xwe jî wisa bilind bikin. Kesên ku pêvajoya çareseriyê tune kirin, dê ew ê bên tunekirin. Kesên ku dibêjin em ê di vê sedsalê de gelê kurd bê statû bihêlin, li hemberê vê gelê kurd wek agirê Newrozê em têkoşîn û berxwedana xwe mezin dikin û em ê teqez bi ser kevin.  Em carekedin dibêjin Newroz pîroz be.”
 
Piştî axaftinan, Koma Awazên Botan derketin ser dikê. 
 
Mitîng bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Şehît namirin”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin jiyan azadî” û gerandina govenê bi dawî bû.
 
Li Qilabanê pîrozbahî 
 
Li Qilebanê jî welatî ji bo pîrozbahiyê serê sibê berê xwe dan qada Newrozê. Newroz li Garaja Gund hat pîrozkirin. Serê sibê girse bi cil û bergên xwe yên kurdewarî daketin qadan. Ligel barîna berfê jî dîsa Newroz hat pîrozkirin. Malbatên Roboskî, Hevserokên HDP'ê yên bajêr Sabuha Akdag, aktîvîstên TJA Gulistan Sonuk û parlamenterê HDP'ê Hasan Ozguneş tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Aktîvîsta TJA'yê Gulistan Sonuk di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê ya ji bo kurdan û bal kişand ser tecrîdê. 
 
Parlamenter Hasan Ozguneş jî da zanîn ku li Tirkiyeyê gelek îqtîdar guherî ne lê kurd her tim ligel her tiştî berxwedana xwe domandiye. 
 
Piştî axaftinan hunermend Baran Çelebî û Umut Botan derket ser dikê. Newroz bi gerandina govendê bi dawî bû.