Li Pirsûsê govenda serkeftinê

  • 14:28 19 Adar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Li Pirsûsa Rihayê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Girse li ber agir govenda azadiyê girtin û banga yekitiyê kirin.  
 
Li navçeya Pirsûsa Rihayê agirê Newrozê bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" hat vêxistin. Li qada Newrozê wêneyê Denîz Poyraz û wêneyên 33 ciwanên di êrişa DAIŞ’ê de di tîrmeha 2015’an de hatin qetilkirin û pankarta “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwanî bi ser bikevin” û Newroz Pîroz be” hatin daliqandin. Parlamenterên HDP'ê yên Rihayê Ayşe Surucu û Omer Ocalan, hevşaredara Êlihê ya ku li şûna wê qeyûm hatî tayînkirin Songul Korkmaz, hevşaredara Pirsûsê Hatice Çevîk, endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Rihayiê bi cil bergên xwe yên gelekî tevlî pîrozbahiyê bûn. 
 
Li ser navê komîteya amadekar Ahmet Ceylan axivî û newroza gel pîroz kir. Piştre jî hevserokên HDP'ê ya Rihayê Çigdem Karakeçîlî û Ziya Çalişkan di axaftina xwe de  bal kişandin ser girîngiya Newrozê. 
 
Agirê Newrozê ji hêla endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ve di nav tilîliyan de hat pêxistin. Piştre jî hevşaredar Songul Kormaz axivî û bal kişand ser destkeftiyên jinan û banga parastina destkeftiyan kir. 
 
Parlamenter Ayşe Surucu jî, diyar kir ku di demek dîrokî re derbas dibin û got: "Niha zilmek mezin heye lê li hemberî zilmê berxwedanek jî heye. Gelê Kurd siyaseta Rojhilata Navîn diyar dike. Divê îqtîdar tecrîdê rake û rê li ber aştiyê veke. Em ê yekitiya neteweyî ava bikin."
 
Piştî axaftinan Koma Muzîkê ya Îsyan Ateşî û hunermend Hediye Kalkan derket ser dikê. Girse li ber muzîkê govenda azadiyê gerandin.