Kerboranî tevî berfê bi coşeke mezin daketin qadan

  • 14:08 19 Adar 2022
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Kerboranê agirê Newrozê ruxmê berf û sermayê bi coşek mezin re hat vêxistin û Newroz hat pîrozkirin. Ciwanên ku qada Newrozê tije kirin bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” govend gerandin.
 
Komîteya Amedekar a Newrozê ya Kerboranê bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” li taxa Qisemetê ya ku li navenda Kerboranê cih digire şahî li dar xist. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Çep a Yeşiller  û Tevgera Jinên Azad (TJA), rêxistinên HDP'ê yên navçe û bajêr beşdarî mîtîngê bûn. Hevserokê HDP’ê Salîh Kuday, parlementer Ebrû Gunay axivîn û hunermend Şîlan Dora herî dawî li ser dikê stranên xwe berz kir.  
 
Pîrozbahî bi rêzgirtina ji bo têkoşerên azadiyê des tpê kir. Agirê Newrozê bi dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz”, “Bijî Berxwedana Zindanan” re hat pêxistin û bernameyê dest pê kir.
 
‘Ev roja serkeftinê ye’
 
Di destpêkê de diya Garîbe Gezer a li girtîgeha Kandrayê ya Kocaeliyê bi guman jiyana xwe ji dest da, Helîme Gezer, li ser dikê ji girseyê re slav kir û got: "Garîbeya we hemûyan e." Piştî dayika Helîme, Salîh Kuday li ser dikê gel slav kir û got em îro dibin bersiva êriş û polîtîkayên li ser kurdan tên meşandin. Salîh herî dawî got çawa îro rojek ji bo Dehaqên zilimkar rojek binketinê ye ji bo me gelê kurd jî roja serkeftinê ye.
 
‘Em daxwazên xwe diqêrin’
 
Ebru Gunay got îro ruxmê serma, berf û baranê li dijî zilimkaran gelê Kerboranê qad tije kiriye û wiha axaftina xwe da berdewamkirin: “Beriya niha çend rojan me li bajarê Garîbe Gezer serhildana jinan gur kir. Îro bi rihê 8’ê Adarê, bi rihê têkoşînê agirê Newrozê tê gurkirin. Weke ku li her deverê Kurdistanê agirê Newrozê ji bo tifaq û serkeftinê tê pêxistin em ji Kerboranê peyama yekitî û serkeftinê didin. Pêwîst e îqtidar daxwaz û qêrîna ku li vir tê bilindkirin bibihîse. Ev daxwaz daxwaza yekitî, aştî û demokrasiyê ye. Yên ku vê ji nedîtî ve tên di polîtîkayên dijminatiya kurdan, tecrîd û komkojiyan de bi israr in. Em careke din ji vir daxwazên xwe li dora agirê Newrozê bilind dikin.”
 
‘Çareserî Îmralî ye’
 
Ebrû êrişên li ser kurdan tên meşandin destnîşan kir ku çareserî Îmralî ye û wiha pê de çû. “Dixwazin me tune bikin û vîna me tune bihesibînin. Li dijî van êrişan jî bersiva herî xurt bê guman qadên Newrozê didin. Ger ku em li vî welatî qala demokrasiyê bikin pêwîst e pirsgirêka kurdan ber bi çav were girtin. Pêwîst e vîna gelê kurd tune neyê hesibandin. Em hemû jî rêya çareseriyê dizanin ku Îmralî ye. Polîtîkayên li dijî kurdan didomînin. Tecrîd tu carî ne demokrasî ye. Ev di qetlîamê de israr e û tucar ne çareserî ye. Lewra îro li dijî van yekan ji bo çareserîyê em agirê serkeftinê bi dest dixin. Niha dem dema serkeftina jinê, dem dema serkeftina kurdan e.”
 
Herî dawî Şîlan Dora derket li ser dikê stranên xwe berz kir û bi govendê dawî li pîrozbahiyê hat.