Li Dêrsimê peyama 'Em ê bi rihê Newrozê bi ser bikevin'

  • 12:39 19 Adar 2022
  • Rojane
 
DÊRSIM - Tevî hewa sar jî şêniyên Dêrsimê di saetên serê sibehê de ji malên xwe derketin û herikîn qadan û peyama "Em ê bi rihê Newrozê bi ser bikevin" dan. 
 
Şêniyên Dêrsimê di bin berfê de derketin û qadên Newrozê tije kirin. Li Dêrsimê hewa sar bergiya coşa Newrozê negirt. Ji bo pîrozbahiya dê li Qada Seyîd Riza ya Dêrsimê pêk bê şêniyên Dêrsimê bi kincên xwe yên kurdî herikîn qadê. Ciwanên ku li avahiya HDP'ê kom bûn bi stranan û gerandina govendê li hêviya saeta pîrozbahiyê man. 
 
Şêniyên Dêrsimê ji aliyekî din jî li Kuçeya Hunerê kom bûn. Şêniyan şalgerdan û lepikên bi rengê kesk û sor û zer hilgirtin. Bi def û zirneyê pîrozbahiyê dest pê kir. 
 
Partiyên siyasî, endamên sendîkayan û rêxistinên civaka sîvîl tevî girseyê derbasî cihê pîrozbahiyê Qada Seyîd Riza bûn. Li pêşiya kortejê xwendekarên Zanîngeha Mûnzûrê bi pankarta "Dîroka mirovatiyê bi jinan dest pê dike"cih girtin. Di dema meşê de dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe","Girtiyên şoreşger rûmeta me ye","Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin. 
 
Di destpêkê de di pîrozbahiya Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê de peyama ji aliyê platformê hatibû amadekirin hat xwendin. Piştre helbesta Helbestkar Adanan Yucel hat xwendin. Gelek sazî û dezge beşdarî pîrozbahiyê bûn. 
 
Piştre agirê Newrozê hat vêxistin.
 
Li ser navê Platforma Demokrasî û Kedê ya Dêrsimê Yusuf Topçu, silav ji girtiyên şoreşger re şand û dirûşma "Girtiyên şoreşger rûmeta me ye" berz kir. Her wiha Yusuf got ji bo jiyaneke mirovane divê têkoşîn bi rihê Newrozê mezin bibe û got ew bang dikin ku binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin. 
 
Parlamentera HDP'ê ya Mûşê Gulistan Kiliç Koçyigit da zanîn ku ew coşa Newrozê û biharê hildigirin û got îro kesên li dijî zaliman serî hildidin hene. Gulistanê got ew ê li dijî zaliman çongê danînin. 
 
Serokê Şaredariya Dêrsimê Fatih Maçoglu jî got we hewaya ser veguherand biharê. 
 
Parlamenterê HDP'ê Alican Onlu di şexşê Mazlûm Dogan de hemû cangoriyên Newrozê bi bîr anî û Newroza Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir. 
 
Piştî axaftinan pîrozbahiyê bi stranên Derya Cengiz, Ali Baran û gerandina govendê dewam kir.