Binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan didomin

  • 12:20 19 Adar 2022
  • Rojane
 
ENQERE - Girtiya li Girtîgeha Şakranê Mehtap Kiyar bi hevdîtina telefonê ji malbata xwe re ragihand ku di qawişê de 34 kes dimînin û wan ji bo vekirina qawişeke nû daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandine lê belê bersiv nehatiye. Her wiha Mehtapê ragihand ku fatureya wan a ceyranê jî 500 TL hatiye. 
 
Girtiya li Girtîgeha Şakranê Mehtap Kiyar bi rêya hevdîtina bi telefonê ya bi malbata xwe re pirsgirêkên ku dijîn ragihand. 
 
Fatureya wan a ceyranê jî 500 TL hatiye
 
Mehtapê da zanîn di qawişê de ew 34 kes dimînin û got wan ji bo vekirina qawişeke nû daxwazname ji rêveberiya girtîgehê re şandine lê belê bersiv nehatiye. Her wiha Mehtapê ragihand ku fatureya wan a ceyranê jî 500 TL hatiye. Mehtapê binpêkirina mafan wiha rave kir:"Îdareya girtîgehê mesrefa ceyranê ya hemû kampusê li ya me zêde dike. Her wiha ji bo axaftina bi telefonê jî dibêjin hûn tenê bi hemû deqeyan dikarin ji malbatê bi kesekê re biaxivin. Di heman hevdîtina bi telefonê de hevdîtina bi ferdên malbatê yên din tê astengkirin."