John Kusack piştgirî da hunermend Nudem Durak

  • 10:56 19 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Lîstikvan, derhiner û nivîskarê Emerîkayî John Kusack, bi parvekirineke ku kir piştgirî da hunermend Nûdem Durak a ku ji ber bi kurdî stran got hatiye girtin.
 
Lîstikvan, derhiner û nivîskarê Emerîkayî John Kusack, bi parvekirineke ku li ser hesabê xwe yê Twîterê kir piştgirî da hunermend Nûdem Durak a ku ji ber bi kurdî stran got hatiye girtin û got, "Nudem Durak a ku di 1988'an de hat dinê, li Tirkiyeyê hat girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji xwe 6 sal e di girtîgehê de ye û sûcê wê jî ji ber ku derbarê edaletê de stran gotiye. Ez vê jina ku li Tirkiyeyê ji ber ku stran gotiyê ceza lê hat birîn nas dikim..."
 
Herwiha di çarçoveya kampanya ku ji bo Nudemê hatiye destpêkirin de ji gelek deverên cîhanê ji bo wê ji lîstikvanan bigire heta bi akamdemîsyenan piştgirî hat. Di bangên ku hatin kirin de hat xwestin ku Nudema piştî hatiye girtin nexweş e divê demildest bê berdan.