Ayla Akat Ata: Newroz cejna berxwedanê ye

  • 09:19 19 Adar 2022
  • Rojane
Oznur Deger
 
ENQERE - Ayla Akat Ata di peyama xwe Newrozê de wiha got: "Em ê bi stran û govendan bighijin hevdû. Di her pêxistina agirê Newrozê de em ê ji li cem we bin. Em hêviya xwe mezin dikin û ji ber ku di dawiya her zivistanê de biharek heye." 
 
Newroza 2022'yan bi dirûşma "Dem dema serkeftinê ye" tê pîrozkirin. Ji Newrozê re 2 roj ma û li gelek bajaran amadekariyên pîrozbahiyê bi dawî bûn. Her wiha li gelek deverena jî pîrozbahî dest pê kir. Ligel pîrozbahiyên li derve li girtîgehan jî Newroz tê pîrozkirin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad û parlamentera berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê, Ayla Akat Ata ya ku li Girtîgeha Jinan a Sincanê girtiye ji ajansa me re behsa girîngiya Newrozê kir.
 
'Cejna berxedanê'
 
Ayla, destnîşan kir ku Newroz tê wateya "Cejna berxwedanê" û wiha got: "Ji Mahabadê heta Hewlêrê, ji Hewlêrê heta Qamişloyê, ji Qamişloyê heta Amedê agirê Newrozê tê pêxistin. Ez kesên ku li ber agir govend digerînin silav dikim. Her wiha gelên Mezopotamyayê, azerî, îranî, efganî û Komara Asyaya Navîn Newrozê wek 'Serê salê', ‘Cejna biharê' û ‘Roja nû' tê pîrozkirin. 
 
'Ji bo Kurdan cejneke neteweyî ye'
 
Ayla, diyar kir ku şopên Newrozê di serdema Antîk de jî tê dîtin û wiha bi lêv kir: "Ji bo gelên Mezopotamyayê Newroz 'Nûbûna xwezayê' û 'Hatina biharê' tê pênasekirin. Ji bo Gelê Kurd jî Newroz wek cejneke neteweyî ye. Kurd wek 'Cejna berxwedanê' pênase dike. Ev tişt tê wateya ku çima wisa pênase dike. Newroz roja serî rakirina li dijî zilmkaran e."
 
'Di salên 90'î de bedelek mezin hat dayîn'
 
Ayla Akat Ata, wiha bal kişand ser girîngiya Newrozê: "Her roja ku derbas dibe, şert û merc diguherîn, lê Kawayên ku li dijî Dehaqan derdikevin qeyremaniyê dinîvsînin. Ev roj Newroz e. Her wiha di salên 90'î de ji bo pîrozbahiyên azad têkoşînek û bedelek hat dayîn. Mazlûm Dogan, bi sedan kesên ku li Cizîr û Nisêbînê jiyana xwe ji dest dayî, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, ev tişt bi tevahî berxwedanê nîşan dide. Ev serî rakirine."
 
'Bijî Newroz!
 
Ayla Akat wiha dawî li peyama xwe anî: "Ez ji sala 2016’an heta îro ez 3 caran hatim girtin. Bi Newroza 2022'yan ev ê bibe 4 Newroz ku ez li girtîgehê pêşwazî bikim. Girtîgeh ne cihê ku dawî li berxwedanê hatiye, tenê cih digure. Em jî wekî kesên li derve bi coş û heyecaneke mezin Newrozê pêşwazî bikin. Ji ber pandemiyê nahelin ku em derkevin qadên hevpar. Em ê li koguşên xwe Newrozê pîroz bikin. Em ê bi stran û govendan bighijin hevdû. Di her pêxistina agirê Newrozê de em ê ji li cem we bin. Em hêviya xwe mezin dikin û ji ber ku di dawiya her zivistanê de biharek heye. Bijî 21'ê Adarê! Bijî Newroz"