Ayşe Gokkan: Heta yekitî tune be hebûn jî tune ye

  • 09:15 19 Adar 2022
  • Rojane
Şehrîban Aslan
 
AMED - Berdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan der barê Newrozê de nameyek şand û got: “Ji bo hebûna nasnameyê divê yekitî hebe. Nasnameya parçebûnê tune ye. Heta kurd nebin yek serkeftin jî ne pêkan e. Ez gelek girîngiyê didim yekitiya jinên kurd û yekitiya neteweyî. Em ê li dijî faşîzmê fikrên xwe biparêzin û bêjin bijî Newroz.”
 
Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Ayşe Gokkan ku li girtîgeha Jinan a Amedê dimîne peyama Newrozê şand û got jinan ji 8’ê Adarê heta Newrozê berxwedaneke mezin nîşan dane.
 
‘Berxwedana 8’ê Adarê cemreya ewil a li Newrozê ketiye’
 
Ayşeyê da zanîn ku 8’ê Adarê û Newroz di heman pêvajoyê de pêk tê û got di alî jinan de ev ne tesaduf e û wiha vegot: “8’ê Adarê yekem cemreya li Newrozê dikeve ye. Newroz roja ku berxwedana jinan, gelan û baweriyan digihêje asta herî jor e. Beriya Newrozê 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Ev berxwedaneke ji 8’ê Adarê heta Newrozê diherike ye. 8’ê Adarê panzehîra zayendperestî, nîjadperestî, mîlîtarîzm, îstîsmarkirina ol û modernîteya kapîtalîst e. Di Newrozê de ev panzehîr dertê asta herî jor.”
 
‘Em ê biserkevin’
 
Ayşeyê destnîşan kir ku Newroz wekê serhildan û berxwedana li dijî tecrîdê digirin dest û wiha pê de çû: “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. îtîraza herî mezin a li dijî tecrîdê ku ji aliyê jinan ve tê kirin. Di 8’ê Adarê û Newrozan de ev îtîraz zêdetir dibin. Îsal jî yek ji rojeva herî girîng a Newrozê berxwedana li dijî tecrîdê ye, şikandina tecrîdê ye û rewşa girtiyên nexweş û girtiyên jin e. Rejîmên înfazê sereke sûcê li dijî tecrîdê tê kirinê ne. Rejîmên înfazê kuştina sivîlan e. Ev kuştina sivîlan derbasî lîteratura cîhanê jî bûye. Ev kuştina sivîl cînayeta li hember girtiyên nexweş pêk tê ye. Darvekirina aşkera ye. Ev berdewama îşkenceyê ye. Di rêza cîhanê de Tirkiye dewleta ku herî zêde jinan digire û mafên wan binpê dike ye. Hejmara girtîgehên Tirkiyeyê du katê zanîngehan e. Yanî tecrîd tenê ne li hundir li derve jî didome. Em Newroza îsal serhildana li dijî faşîzmê dibînin. Em ê teqez bi ser kevin.”
 
‘Heta nebin yek wê bisernekevin’
 
Ayşeyê di berdewamiya peyama xwe de ev tişt anî ziman: “Tiştên em di şerê Rûsya û Ukraynayê de dibînin, ji qetlîaman re aliyan dibînin. Bi çapemeniyê re agahiyên qirêj belav dibin û dibêjn jinên mexdur ên çavşîn û zarokan bi kar tînin û alîgiran kom dikin.  Zayendperestiyê dikin û bombebaran dikin. Bi vê li ser piyan disekinin.Yên li dijî DAIŞ’ê  li ber xwedan terorîst îlan kirin. Hevkarên DAIŞ’ê vê dikin. Li cîhanê nasname hebûn e. Ji ber vê yekitiya kurdan tune be serkeftin jî tune ye. Ez gelek girîngiyê didim yekitiya netweyî û yekitiya jinên kurd.
 
Berxwedan tunebe azadî jî  tune ye
 
Cîhana netew dewletê ya mêr îflas kiriye û êdî  ji bilî şer, cînayet û qirkirinan tiştekî wan li ser piyan bigire nemaye. Em jin dikarin xwe rêxistin bikin û li dijî vê talanê bisekinin.  Dewleta mêr di vê pêvajoyê de tu tiştan ferz dike. Ya yekem; li şûna têkoşîna maf, dibêje  maf ji me bixwaze.  Li şûna azadiyê dibêje merhemetê bixwaze. Lê em van qebûl nakin. Em ê li ber xwe bidin û serî netewînin. Em li dijî zilmê li ber xwe didin. Beyî berxwedanê azadî tune ye.
 
Bijî Newroz
 
Divê hemû jin bizanibin ku bi rêxistibûnê azadî ‘jin jiyan azadî ye’. Ez berxwedana hemû jinên zindana Amedê silav dikim. Em dizanin û bawer dikin ku li zindanan li dijî tecrîdê serî nayê tewandin. Em ê bi govend, tilîlî, qîrîn li dijî faşîzmê fikrên xwe biparêzin. Bijî Newroz.”