Jinên Elewî, Çerkez û Ermenî: Em agirê Newrozê bi govendên xwe pêxistin

  • 09:14 19 Adar 2022
  • Rojane
Medya Uren-Marta Somek
 
STENBOL - Jinên Elewî, Çerkez û Ermenî diyar kirin ku Newroz ji bo gelan cejna vejîn û berxwedanê ye û wiha gotin: “Newroz ronahî ye, ji tarîtiyê derketine, azadî ye. Werin em di 20’ê Adarê de roja yekşemê li Qada Yenîkapiyê agirê Newrozê bi govend, tilîliyên xwe pêxên û aştiyê biqîrin.” 
 
Newroz ku ji bo hinek gelan wek hatina biharê tê pîrozkirin, ji bo gelê kurd jî cejna vejîn û têkoşînê ye. Newroz wek sembola vejîna ji nû ve tê dîtin û gelê kurd her sal bi coş û kelecaneke mezin pîroz dike. Ji 7’an heta 70’ê bi mîlyonan kurd her sal bi cil û bergên xwe yên gelêrî dadikevin qada Newrozê û ji ser agirê azadiyê re derbas dibin.
 
Têkoşîna ku 43 sal in bê navber tê dayîn
 
Ji salên 90’î heta 2000’î di Newrozan de berxwedanên mezin hatine jiyîn û di êrîşan de bi dehezaran kes hatin qetilkirin, birîndarkirin, binçavkirin û girtin. Tevî hemû qedexeyan gelê kurd dest ji têkoşînê berneda. Li Stenbolê jî gelê kurd 43 sal in bê navber bi coşeke mezin Newrozê pîroz dike.
 
Îsal Newroz bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ Newrozê pîroz dike û yek ji navenda ku wê Newroz lê bê pîrozkirin Stenbol e û wê li Qada Yenîkapiyê bê pîrozkirin. Li  Stenbolê wê di 20’ê Adarê de Newroz bê pîrozkirin. Bi tevahî wê li 72 bajaran Newroz bê pîrozkirin.
 
Gel bangî beşdariya Newrozê dike
 
Jinên Elewî, Çerkez û Ermenî ji bo tevlîbûna Newrozê ya di 20’ê Adarê roja yekşemê li Qada Yenîkapi wê pêk bê bang kirin.
 
‘Ya Kawayê Hesinkar hawtemal e’
 
Nergîz Guzel a Elewî ye da zanîn ku Elewî Newrozê wek ‘hawtemal’ bi nav dikin û wiha got: “Em li dijî tarîtiyê, sermayê, xelayê, mirinê ji bo vejîna ji nû ve agirê hawtemal pêdixin. Newroz ji bo me pir watedar e. Jinûve avakirin û azadiye hawtemal. Ya Kawayê Hesinkar li dijî zilma Dehak pêxistiye agir û serkeftin e. Rêya heq ji bo Elewiyan sembola berxwedanê ye.”
 
‘Ji bo pêxistina agirê Newrozê haydê Newrozê!’
 
Nergîzê daxuyakirin ku Newroz sembola ‘serhildana li dijî zaliman’ ya ku Kawayê Hesinkar daye destpêkirin e û wiha dawî lê anî: “Ji ber sedema ku hawtemal roja lêgerîna azadî, maf û edaletê ye em xwedî lê derdikevin. Elewiyên ji bo heqîqet û maf li berxwe didin, girîngî dane agirê Newrozê. Newroz azadî ye.Newroz ronahî, hişyarî, rizgarî ye. Hawtemal yekitî û zindîbûnê dide ber me. Ez bang li hemû gelan dikim ku tevlî Newrozê bibin. Ez Newroza hemû gelan pîroz dikim.”
 
'Newroz ji bo Çerkezan dema hişyariyê ye'
 
Gul Yilmaz a Çerkez jî bal kişand ser girîngiya Newrozê û got Newroz di zemîna hevpar a gelan de wek cejnekê tê pîrozkirin û wiha bi lêv kir: “Her çiqas navên cuda yên wek Nevruz, Nevraz bên dayîn jî li Asya Navîn û Rojhilata Navîn, li Kafkasyayê ya ku warê Çerkezan e, li Balkanan û deverên cuda wek cejneke hevpar tê pîrozkirin. Newroz ji bo Çerkezan wek destpêka salek nû tê qebûlkirin. Dem dema hişyarî û nûbûnê ye.”
 
‘Ji bo azadiyê yekîtî’
 
Gul di dawiya axaftina xwe de wiha vegot: "Newroz ji bo gelê kurd û gelan sîmgeya têkoşîna azadiyê ye. Bêguman ji bo gelê kurd girîngiyeke wê ya cuda heye. Ji ber vê jî her sal bi girseyî tê pîrozkirin. Lê li dora agirê tê pêxistin divê hemû gel bên gel hev û ji bo azadiyê têbikoşin. Ne tenê Çerkez, divê hemû gelên ji baweriyên cuda bi daxwazên xwe, ji bo maf û azadiyê, li dijî şîdetê li dora agirê Newrozê bên gel hev. "
 
‘Cejna hemû gelan’
 
Anî Kal a Ermenî jî wate û girîngiya Newrozê bi van gotinan nirxand: “Newroz mizgîniya biharê ye û ji bo kurdan cejna herî girîng watedar û bi nirx e. Ez wek jineke Ermenî bi rihê berxwedan û Newrozê tev digerim. Newroz ne tenê cejna gelê kurd ya hemû gelan e. Gotineke Hrant Dînk hebû. "Havêna kurd û ermeniyan bi hev re hatiye strandin'. Ez bang li hemû gelan dikim ku di 20’ê Adarê de li Qada Yenîkapi bên gel hev. Werin em agirê Newrozê bi hev re pêxin û bi hev re aştiyê biqîrin. Newroz pîroz be.” 
 
'Newroz roja yekîtiyê ye'
 
Endama Komeleya Elewiyan (DAD Hulya Bozkurt têkildarî pîrozbahiya Newrozê wiha axivî: "Newroz xilasbûna ji berf, zehmetiyên şert û mercên zivistanê ye. Êdî em digihêjin ronahiyê û hatina wê pêşwazî dikin. Newroz, gihiştina germî, roj, agir û ronahiyê ye. Ango em dikevin salek nû ku Newroz nîşaneya yekîtî û bereketê ye. Ji ber vê yekê jî beriya rojan em dest bi amadekariyên Newrozê dikin û bi kelecanî em li benda wê rojê ne. Beriya rojan em şêraniyê amade dikin. Serdana cihên pîroz dikin û li wir van şêraniyên xwe bi hev re parve dikin. Em diçin ser kaniyên nêzî me. Ji ber Newroz roja yekîtiyê ye em li van cihên pîroz ji bo hemû gerdûnê û mirovahiyê dua dikin."
 
'Mîna berxwedana biharê li berxwe bidin'
 
Hulyayê da zanîn ku ew jî di vê rojê de diherikin kolanan û wiha axaftina xwe domand: "Em li qadan tên gel hev û kêfxweşiya xwe dikin yek. Lewra mixabin ji ber şewba koronoyê çend salan me vê çanda xwe neanî cih. Lewra îsal astengî neman û ji bo hatina gel hev em bi kelecanin. Jixwe em hemû di ferqa pêvajoyê de ne ku ji bo hemûyan jî zehmet derbas dibe. Ji girtîgehan heta hundirê malên xwe em pirsgirêkan dijîn. Em hêvî dikin ku ev pirsgirêk dawî lê werin. Bi hêviya Newroz bi xwe re aştî û aramiyê bîne. Bi hêviya dawî li qetlîama li ser jinan, binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de tên jiyîn û bi taybetî jî pirsgirêkên ku girtiyên nexweş dijîn werin. Bi hêviya êdî cudahî nekeve navbera nîjad, ol û zayendan. Ango em hêvî dikin ku herkes bi vê minasebeta roja yekbûnê bibin yek û li dijî zilmê bêjin êdî bes e. Em bi hev re mîna berxwedana biharê berxwedanekê pêşkêş bikin."