Fehîme Poyraz berxwedêrên Kadîfekaleyê vegot

  • 09:11 19 Adar 2022
  • Rojane
Melîke Aydin
 
ÎZMÎR - Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz, diyar kir ku Newroz roja berxwedana gelan e û got: "Hêviya me ev e ku aştî pêk bê. Ez bang li herkesî dikim ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin."Fehîmeyê banga tevlibûna Newrozê li hemû gelan kir."
 
Di 17’ê Hezîrana 2021’ê de li hemberî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê êrîş pêk hat û xebatkara HDP’ê Denîz Poyraz hat qetilkirin. Dayika Denîzê, Fehîme Poyraz pîrozbahiyên Newrozê yên li Kadîfekaleyê nirxand. Fehîmeyê daxuyakirin ku Rahşan Demîrel ji bo azadiya Gelê Kurd bûye meşale û banga tevlibûna Newrozê kir.
 
‘Em li Kadîfekaleyê kurdbûnê didin jiyîn’
 
Fehîmeyê bi lêv kir ku 40 sal berê ji Mêrdînê hatine Kadîfekaleyê ya Îzmîrê û li taxa Ballikuyu bicih bûne û wiha vegot: “Ewil xezurê min ew li Kadîfekaleyê bûn. Hatibûn surgunkirin. Cîranên me hemû kurd bûn, ji Mêrdîne bûn. Keleh bilind bû. Ji ber vê kurd diçûn wir. Kî ji gund bihata diçûn wir. Aliyê wê yê li Yeşîldere mêze dikir jî xweş bû û aliyê li behrê mêze dike jî xweş e. Tenûr hebû û nan dihat pijandin. Turîst dihatin. Cîrantiya wir pir xweş bû. Gel ji hev hez dikir. Gel ji bo seyranê dihat wir. Her kes bi kurdî diaxivî. Li jiyan bi kurdî bû. Wir pir cuda bû. Beyî xebat qada Newrozê tije dibû. Newroza yekem ji xwe li kelehê bû.”
 
‘Qada Gundogdu piştî demek dirêj hat girtin’
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku di bin navê veguhestina bajarvaniyê de Kadîfekale ji rantê re hatiye vekirin û bûye hedef polîtîkayên şerê taybet û wiha dirêjî dayê: “Piştî xanî hatin  hilweşandin nifûs kêm bû. Gelê Kadîfekale li taxên cuda belav bûn. Bi armanca Gelê Kurd belav bibe polîtîkayên taybet hatin meşandin. Di alî polîtîk de her kesî hev nas dikir. Carekê zarokek nexweş ketibû bêyî agahiya dayika wî biribûn nexweşxanê. Niha mirov li malên xwe dimrin agahiya kesî pêk tune. Krîz heye nexweşî heye. Ji roja hatime li Kelehê Newroz heye. Gel pir zêde bû cih nedima. Lê herî dawî destur dan Qada Gundogdu.”
 
‘Gel ji bo Denîzê jî ji bo Rahşanê jî rabû ser piyan’
 
Fehîmeyê destnîşan kir ku Rahşan Demîrel di 1992’yan de li dijî qedexekirina Newrozê û zextên li ser kurdan roja Newrozê çalakî pêk aniye û wiha daxuyand: “Ez li ser Berîvanê ducanî bûm. Rahşan xizma xezûrê min wan e. Dema xwe şewitand ez li nexweşxanê bû. Çawa me bihist em çûn kelehê. Her der tije mirov bibû. Piştî Rahşanê xwe şewitand ronahî da cîhanê. Çawa gel ji bo Denîzê rabû ser piyan ji bo Rahşanê jî rabûn. Rahşan keça me hemûyan bû.”
 
‘Di Newrozan de hine li destê xwe dikir’
 
Fehîmeyê behsa keça xwe Denîzê kir û diyar kir ku keça wê gelek girîngî dida Newrozê û got: “Di her Newrozê de peywir digirt. Denîz di Newrozan de bi coş bû. Bi hevalên xwe re diçû Newrozê. Cilên xweşik li xwe dikir, hine li destê xwe dikir. Al hildigirt. “
 
‘Cejna me ye’
 
Fehîmeyê got rojeke ku diçûn Newrozê qet ji bîra wê naçe û wiha dawî lê anî: “Em diçûn Newrozê. Me wêne kişandin. Gelek xweşik bibû. Telefona wê hat dizîn. Denîz her  Newroz sibehan zû radibû û diçû qadê.”
 
Fehîmeyê dawiya axaftina xwe de Newroza hemû gelan pîroz kir û got hêviya wan eve ku aştî pêk bê. Fehîmeyê banga tevlibûna Newrozê li hemû gelan kir.