Salîha Aydenîz: Em ê di Newrozê de azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan biqîrin

  • 09:06 19 Adar 2022
  • Rojane
Şîrîn Çinar
 
AMED - Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz balkişand ser girîngiya Newrozê û wiha got: “Di 8’ê Adarê de yek ji daxwaza herî sereke pêkhatina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bû. Em bi rengê jinan ya ku 8’ê Adarê kirin Newroz dakevin qadan.”
 
Îsal Newroz bi şîara ‘Dem dema azadiyê ye’ li Tirkiye û herêmê wê bê pîrozkirin û amadekariyên wê didomin. Bi giştî wê li 72 navendî Newroz bê pîrozkirin û li gelek navend û navçeyan pîrozbahiyan dest pê kir. Di 21’ê Adarê de wê li Amedê pîrozbahiya fînalê pêk bê û bala hemû kesî li Amedê ye.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, balkişand ser Newrozê û ji bo tevlibûneke xurt bang kir.
 
‘Yekane daxwaza kurdan wê yek dengî bê qîrin’
 
Salîhayê destnîşan kir ku Newroza sala 2022’an de di serî de ji bo Gelê Kurd û ji bo hemû gelan girîng e û wiha got: “Newroz bi hezaran sal in  bi rihê berxwedana ku Kawayê Hesinkar nîşan daye heta îro hatiye û li her çar parçeyê Kurdistanê jî roja ku kurdan xwe heyî kirin û bi serokatiyê re meşiyane. Îro em dinêrin hemû gel Newrozê pîroz dikin. Lê dema Newroz tê gotin ewil têkoşîna Gelê Kurd tê hişê mirovan. Ji bo kurdan Newroz tê wateya roja berxwedanê. Ji ber ku bi salane Gelê Kurd têkoşîneke mezin dimeşîne. Li dijî van têkoşînan jî bedelên cidî hatine dayîn. Tevî van li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat bedelên mezin hatin dayîn û qezencên mezin hatin bidestxistin. Ji ber vê Newroza 2022’yan de wê bi mîlyonan kurd bên gel hev û daxwazên xwe bi yek dengî ji cîhanê re biqîre.”
 
‘Wê azadiya Birêz Ocalan bê qîrin’
 
Salîhayê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku li Tirkiye û bajarên herêmê pirsgirêk her diçin mezin dibin û wiha vegot: “Îro li her derê cîhanê krîzek mezin tê jiyîn û di asta herî jor de ye. Di pêvajoya ku ev krîz mezin dibin de hêzên hegomonîk û zîhniyeta netew dewletê ji bo krîzî derkevin şer, tecrîd û polîtîkayê binpêkirinê derdixin pêş û berdewamkirina krîzê ferz dikin. Li dijî vê pêşniyareke çareseriyê krîzê ya Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan heye. Ev pêşniyar hem demokatîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn hem jî azadiya Kurdistanê pêşniyar dike. Ji ber vê jî di Newroza 2022’yan de em ê azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan li qadan biqîrin.”
 
‘Paradîgma Abdullah Ocalan ji bo cîhanê bû hêvî’
 
Salîhayê balkişand ser tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got nûnerên pergala kapîtalîst di polîtîkayên şer de israr dikin û ev tişt daxuyand: “Ji krîza li hemû cîhanê tê jiyîn derketin di paratîgma Abdullah Ocalan de derbas dibe. Paradîgmaya Abdullah Ocalan, îro bi Şoreşa Rojava re bi pêşengiya jinan bi pergala li Rojava hatiye avakirin ji bo hemû cîhane bûye hêvî. Ji bo ev paradîgma bi civakê re bê gel hev divê şert û mercên azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ava bibe. Em bawer dikin ku wê qadên Newrozê veguherin qada referandumê. Di 8’ê Adarê de yek ji daxwaza herî sereke pêkhatina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan bû. Em bi rengê jinan ya ku 8’ê Adarê kirin Newroz dakevin qadan.”
 
Banga Newrozê
 
Salîhayê dawiya axaftina xwe de ji bo Newroza Amedê ya wê di 21’ê Adarê de bê pîrozkirin bang kir û wiha vegot: “Em ê bi dirûşma ‘Dem dema serkeftinê ye’ li Kurdistan û Tirkiyeyê Newrozê pêk bînin. Em bang li hemû kesî dikin ku li dora agirê Newrozê bên gel hev û govendê bigerînin.”