Li Cizîr û Hezexê bangewaziya Newrozê: Agirê azadiyê geş bikin

  • 09:02 19 Adar 2022
  • Rojane
Rojda Aydin 
 
ŞIRNEX - Jinên li Cizîr û Hezexê, ji bo tevlîbûna pîrozbahiya Newrozê ya di 21’ê Adarê de bê lidarxistin bangewazî kirin û gotin: "Werin em bi rihê salên 90’î berê xwe bidin qadan. Xwedî li mîrateya berxwedanê derkevin û agirê azadiyê geş bikin."
 
Îsal wê Newroz li 72 navenda bi dirûşma “Dem dema serkeftinê ye” bê pîrozkirin. Newroza îsal a ku wê bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û avakirina yekitiyê bê pîrozkirin, li her deverê bangawazî tên kirin û li her qadan agirê Newrozê geş dibe. Li Botanê jî xebatên Newrozê bê navber didomin. Di 21’ê Adarê de li Botanê li navçeyên Cizîr û Hezexê mitîngên fînalê bên lidarxistin.
 
Mîtînga ku li Cizîrê li Qada Newrozê ya li kêleka TOKÎ’yan e, saet di navbera 11.00 û 17.00’an de bê pîrozkirin. Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr dê wek axaftvan tevlî bibe. Her wiha hunermend Pinar Aydinlar, Lawje, Şerzad, Şiyar Berwarî û Nesîm Arsu dê derbikevin ser dîkê.
 
Li Hezexê jî mitînga ku li Qada Newrozê bê li dar xistin wek axaftvan Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, hunermend jî Hîvron ve Koma Jînawaz  dê tevlî bibe.
 
Jinên Cizîr û Hezex, ji bo mitînga 21’ê Adarê bangawazî kirin û gotin bi rihê 90’î berê xwe bidin qadan.
 
‘Newroza Cizîrê dilê Botanê ye’
 
Hevseroka HDP’ê ya Cizîrê Zîlan Ecevît, anî ziman ku ew ê bi rihê Newrozên 90’î îsal berê xwe bidin qadên Newrozê û got: “Newroz ji bo Cizîr û Botanê ne bi tenê cejne, her wiha berxwedan û têkoşîne. Em jî wek Cizîrê di Newroza îsal de azadî û serkeftinê dixwazin. Sedsala 21’emîn dê bibe sedsala jinên kurd û Gelê Kurd be. Em ê bi rihê 8’ê Adarê berê xwe bidin qadên Newrozê. Em bi rihê 8’ê Adarê agirê Newrozê geş bikin. Gelê Cizîrê ji bo Newrozê amadeye. Ji heft salî heta heftê salî hemû bi rihê têkoşînê berê xwe didin qada Newrozê ya Cizîrê. Newroza 2022’yan sekeftina Gelê Kurd e, şikandina tecrîdê ye. Ji ber vê yekê em gelê Botanê vedixwînin Newroza Cizîrê. Newroza Cizîrê dilê Botanê ye."
 
‘Em xwedî mîrateya wan derbikevin’
 
Gulistan Hezer jî Newrozê li hemû gelê Botanê pîroz kir û got ew dixwazin ev Newroz bibe Newroza sedsalê û wiha dom kir: “Em dixwazin xweşî, azadî û aştî bi vê Newrozê pêk bê. Ev Newroz ji bo me gelek girîng e. Me gelek bedelên giran da ji bo ku bên vê rojê. Gelek girtî di girtîgehan ji bo Newrozê canê xwe feda kirin. Mazûm Dogan, Kemal Pîr, Viyan û gelek kesên din ji bo Newrozê canê xwe feda kirin. Lewma jî divê em xwedî mîrateya wan derbikevin. Em dixwazin hemû kes berê xwe bide qadên Newrozê. Em bi Newrozê bibin dengê girtiyan û tecrîdê bişkînin. Ji zarokan heya kal û pîran em dixwazin hemû berê xwe bidin qadên Newrozê. Bila deriyê girtîgehan bê vekirin û em tecrîdê bişkînin.”
 
‘Em ê bi rihê 8’ê Adarê berê xwe bidin Newrozê’
 
Hevseroka Şaredariya Hezexê ku şûna wê qeyûm hat tayînkirin Songul Erden jî Newroz ji bo gelê Botanê gelek girîng e û xwest ku gelê Botanê li qadên Newrozê li hember zilmê dengê xwe bilind bikin û ev tişt anî ziman: “Em çawa bi rihê 8’ê Adarê daketin qadan û qad xemilandin. Em ê bi heman rihê berê xwe bidin Newrozê. Em hêvî dikin ku Newroza îsal bibe azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Dijmin dixwaze bi êrîşên xwe bandorê li ser gelê me ava bike û pêşiya Newrozê bigire. Lê belê çawa salên 90’î de li ber xwe da, dê îsal jî bi heman rihê li ber xwe bide. Qadên Newrozê dê bibe qadên berxwedan û serhildanê. Em ê bi rihê salên 90’î berê xwe bidin qadan. Em ê xwedî vê mîrateyê debikevin. Daxwaziya me ew e ku tecrîdê bişkînin, girtiyên di girtîgehan de azad bikin û yekitiyê ava bikin. Em ê bi rihê Newrozê tecrîdê bişkînin. Banga me ji gelê Hezexê ew ku werin berê xwe bidin qada Newrozê û em yekitiya xwe ava bikin.”
 
‘Bi Newrozê tecrîdê bişkînin’
 
Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Hezexê Xecê Kaya jî diyar kir ku nasnameya kurdan bi salane nayê naskirin û tê tunekirin û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin bi Newroza îsal ve nasnameya xwe bi dest bixin û em bibêjin em li vir in. Ji ber ku em kurd in ev êrîş li ser me tê meşandin. Lewra jî divê gelê Botanê derbikevin qadan û bêjin em hene. Em bi rihê 90’î berê xwe didin Newrozê. Gelek ciwanên me ji bo Newrozê canê xwe feda kirin. Em jî dixwazin xwedî vê mîrateyê derbikevin. Bila gelê Hezexê di 21’ê Adarê de deriyên malên xwe bigirin û werin berên xwe bidin qada Newrozê. Bi taybetî jî divê jin xwedî Serok derbikevin. Ji ber ku îro em jin bi saya Serok xwe naskirin. Em jî bi Newrozê tecrîdê bişkînin.”
 
‘Bi hezaran Kawa li hember zilmê li ber xwe dide’
 
Kiymet Acar jî got Newroz ji bo kurdan cejne û serhildane û wiha pê de çû: “Beriya sedsalan Dehak mêjiyê mirovan dixwar û zilmê li gel dikir. Lê belê Kawayê Hesinkar li hember vê zilmê serî rakir. Îro bi hezaran Kawa li hember zilmê serî rakirine. Mazlûm Dogan di girtîgehê de bi sê niflikan bedena xwe da ber agir û agir geş kir. Em ê heta dawiyê xwedî li mîrateya wan derbikevin. Divê gelê me berê xwe bide qadan û agirê Newrozê geş bike. Duh jî Dehak hebûn, îro jî dîsa bi heman Dehak xwîna kurdan dimije. Lê belê bi hezaran Kawa li hember zilmê li ber xwe dide. Em îro li hember dehakek dinê serî rakirine û em ê tu carî netewînin. Werin em bi hev re li qadên Newrozê li hember zilmê dengê xwe bilind bikin. Em tecrîdê bişkînin û yekitiya xwe ava bikin.”
 
‘Newroz berxwedan e, berxwedan jiyane’
 
Endama Meclîsa Jinên HDP’ê Elfesya Nas jî destnîşan kir ku ew ê di Newroza îsal de li dijî zilma ser girtiyan, tecrîda girankirî û ji bo avakirina yekitiyê dê peyamek xurt bidin û wiha nêrîna xwe anî ziman: “Ev demeke dirêj tecrîdek giran li ser Serok tê meşandin. Ji ber vê yekê mijara sereke ji bo me tecrîd e. Her wiha li aliyê Başûr PDK êrîşê kurdan dikin û dijminatiya gelê xwe dikin. Em dixwazin PDK dev ji vê êrîşê berde û dest bide xwişk û birayên xwe. Em dixwazin bi Newroza îsal ve yekitî, azadî û wekhevî ava bibe. Ger ku yekitî ava bibe dê pirsgirêka kurd jî çareser bibe. Divê em kurd bibin yek û tecrîdê bişkînin. Em dixwazin bi rihê Mazlûm Dogan, Zekiye, Rewşen û gelek kesên dinê berê xwe bidin qadan. Ev bi salane li hemberî jinan êrişek heye. Em bi vê rihê dawî van êrîşan bînin. Em hevalên xwe Denîz Poraz, Kemal Kurkut, Garîbe Gezer di Newroza îsal de bi bîr bînin. Em ê xwedî li mîrateya şehîdan derkevin. Em, ji heft salî heta heftê salî gelê xwe vedixwînin Newroza Hezexê. Newroz berxwedan e, berxwedan jiyane.”