TAJÊ ji bo Efrînê bang li jinan kir

  • 14:16 18 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ, di salvegera dagirkirina Efrînê de daxuyaniyek da û got: "Em bang li rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hêzên siyasî û kurdan dikin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê bedeng û bê helwest nemînin. Em ê ji bo rizgariyê têbikoşin."
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ), di salvegera 5’an a dagirkirina Efrînê de ya piştî berxwedaneke mezin a 58 rojî daxuyaniyeke nivîskî weşand.
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em di serî de sembolên berxwedana serdemê şehîd Barîn û Avesta bi bîrtînin. Artêşa Tirk tevî çekdarên xwe bi bazareke navnetewî 20’ê çileya 2018’an li dijî Efrînê êrîşa dagirkeriyê da destpêkirin. Di encama piştgirîdayîna hinek dewletan de û bêdengiya hêzên navnetewî de bi sedan sivîl bûn qûrbanî.
 
Li dijî êrîşan şervanên YPJ-YPG’ê û QSD’ê 58 rojan berxwedaneke mezin dan nîşan. Weke tê zanîn piştî berxwedana 58 rojan Efrîn hate dagirkirin. Gelê Kurd di dîroka xwe ya têkoşînê de bûye xwediyê bi dehan serhildan û destanên berxwedaniyê. Hertim li dijî dewletên dagirker û qirker berxwedaniyê kirine û serî netewandine. Berxwedaniya gelê Efrînê ya li dijî faşîzma dewleta Tirk a ku xwediyê teknolojiya şer a NATO’yê bû, karî berxwedana herî mezin a sedsala 21’an muhir bike. Berxwedana ku hate nîşandan jib o hemû Kurdekî azadîxwaz cihê serbilindiyê ye. Rastiya Kurd ya berxwedêr ji her kesî re nîşdandan.
 
Li ser taxbîrat û birînên ku li Efrînê hatine vekirin jî TAJÊ wiha dibêje; “Dewleta Tirk a dagirker bi armanca tinekirina destkeftên kurdan û ji holê rakirina nasnameya Gelê Kurd, li ber çavê dewletên serdest, bi razîbûna Rûsya û bêdengiya Amerîka, welatên Ewropî, bi 72 balefirên şer û tevî  hezaran leşker û çeteyan li dijî gelê Efrînê dest bi êrişê kir. Di wan êrîşa de ji xwezaya Efrînê bigire heta zarok û jinên wê hatin qetilkirin, destdirêjî li wan hate kirin û hatin revandin.
 
Hîn jî hovîtiya dewlet aTirk li Efrînê berdewame. Ji ber êrîşan heya niha bi sedhezaran welatî ji Efrînê koç bûne.  Hîn jî jin û xelkê Efrînê tên renvadin û destdirêjî li wan tê kirin. 
 
Dewleta Tirk û çeteyên wê hem demografya Efrînê diguherin hem jî êrîşê cihên dîrokî û kevnar dikin. Dewleta Tirk êrîşê cihên pîroz yên Efrînê û mizgeftan jî dike û li şûna wê dibistanên olî yên tundrew ava dikin.
 
Em ban li rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, hêzên siyasî û kurdan dikin ku li dijî hovîtiya dewleta Tirk a li Efrînê bedeng û bê helwest nemînin. Êşa me û ya gelê Efrînê yeke û doza me û xwîna me jî yek e. Em ê ji bo rizgariyê têbikoşin û di şopa şehîdan de li ber xwe bidin, ji bo rizgarkirina Efrînê misoger bikin.”