Malbat ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin
- 13:20 18 Adar 2022
- Rojane
STENBOL -Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên li Imraliyê bi daxwaza hevdîtinê serî li saziyên têkildar dan.
Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç, her wiha malbatên girtiyên din ên li Imraliyê Hayrî Konar, Hamilî Hildiri û Veysî Aktaş ji bo ku xizmên xwe bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Malbatan bi eynî daxwazê her wiha serî li Midûrtiya Ceza û Înfazê ya Girtîgeha Imraliyê ya Tîpa F jî dan.
Ji sala 1999'an, Komploya Navnetewî û wir ve li Girtîgeha Tîpa F ya Imraliyê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin.
Abdullah Ocalan herî dawî di 25'ê Adarê de li gel birayê xwe bi telefonê axivîbû û axaftina telefonê hatibû birîn. Ji wê çaxê û wir ve tu agahî ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan nayê girtin.