Dê pîrozbahiyên Newroza 2022'yan li ser Jinnewsê zindî bên dayin

  • 12:47 18 Adar 2022
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Em ê wekî Jinnewsê ji sibehê pê de Newrozên wê li 28 herêmana bên pîrozkirin ji ser youtube û medyaya dîjîtal zindî bidin. 
 
Vêxistina agirê Newrozê yên li herêmên cuda yên Kurdistanê tevî şerdên dijwar ên hewayê jî bi coş û kelecaneke mezin didomin. Her wiha li bajarên Tirkiyeyê jî agirê Newrozê bi beşdariya bi sedan kesî geş dibe. Em ê jî wekî Jinnewsê pîrozbahiyên Newrozê yên li 28 herêman ji ser hesabê medyaya dîjîtal bi zindî bidin. 
 
Hûn dikarin weşanên me yên zindî ji ser youtubeyê û hesabê medyaya dîjîtal temaşe bikin. 
 
Herêm û bajarên dê di 19, 20 û 21'ê Adarê de zindî bên dayin wiha ne:
 
*19'ê Adarê, Bismil, Dêrsim, Şirnex, Pirsûs, Gebze, Mersin, Patnos, Mûş, Qoser
 
*20'ê Adarê, Semsûr, Êlih, Silopi, Riha, Îzmir, Stenbol, Edana, Bazid, Colemêrg û Wan
 
*21'ê Adarê, Amed, Nisêbîn, Sêrt, Cizîr, Wêranşar, Agirî, Gever
 
 
Jin News
 
Kurdî: 
 
English: