'Nobeta Edaletê' ya Malbata Şenyaşar 375 roj in didome

  • 12:44 18 Adar 2022
  • Rojane
RIHA - Çalakiya "Nobeta Adaletê" ya Malbata Şenyaşar 375 roj in didome û îro ev peyam hat dayîn: "Em ê teslîmî tirsê nebin."
 
Di 14’ê hezîrana 2018’an de xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz êrişî ser kargeha Malbata Şenyaşar kirin û di vê êrîşê de 5 ferdên malbatê birîndar kiribûn û kesên birîndar rakiribûn Nexweşxaneya pirsûsê. Lê  êrîşê li nexweşxaneyê berdewam kir û Xizmên Îbrahîm Halî Yildiz ê AKP'î  li wir du lawên Emîne Şenyaşar Celal û Adil ên bi giranî birîndar kuştibûn. Hevjînê Emîneyê  Hecî Esvet Şenyaşar jî gava ji bo aqûbeta zarokên xwe hîn bibe çûbû nexweşxaneyê, li ber çavê wê kuştibûn.  Ji bo ku edalet pêk bê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar,  di 9'ê Adara 2021'ê de li ber Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya "Nobeda Edaletê" kiribûn. Emîne Şenyaşar, ji ber ku nexweş bû tevlî nobetê nebû. Ferît Şenyaşar tevlî nobetê bû. Nobeta Edaletê 375 roj in didome. 
 
Malbatê wekî rojên berê li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek weşand û got “Hewldan û têkoşîn hêviyê ava dike. Em hêvîdar in ji ber ku li pêşiya Edliyeya Rihayê 375 roj in em ji bo heqiyê têdikoşin û bi milyonan kes xwedî li vê çalakiyê derdikevin. Em teslîmî tirsê nebin!”