Serlêdanên ji bo Newroza Enqere, Eskişehir û Konyayê hatin qebûlkirin

  • 12:19 18 Adar 2022
  • Rojane
ENQERE - Serlêdanên Komîteya Tertîpê ya Newrozê ya ji bo bajarên Enqere, Eskişehir û Konyayê hatin qebûlkirin.
 
Ji bo Newroza îsal dê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" li gelek cihan pê pîrozkirin Komîteyên Tertîpê yên Newrozê serlêdanên xwe yên li walîtiyan ên ji bo bajarên Enqere, Eskişehir û Konyayê jî kirin. Serlêdanên ji bo Newrozê yên bajarên Enqere, Eskişehir û Konyayê hatin qebûlkirin.
 
Enqere
 
Dê di 20'ê Adarê de saet di 13.00-16.00'an de li Anitparkê bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecioglu, Endamê PM'ê ya HDP'ê Dogan Erbaş wê beşdarî Newrozê bibin her wiha hunermend Mehmet Atli û Koma Jin Ma'yê dê derkevin ser dikê. 
 
Konya
 
Dê Newroza Konyayê di 21'ê Adarê de saet di 13.00-17.00'an de bê pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê Huda Kaya wê beşdarî Newrozê bibe. Wê Koma Şitlên Azad û Ozlem Baglayan derkevin ser dikê. 
 
Eskişehir 
 
Dê Newroza Eskişehirê di 20'ê Adarê de saet di 11.30'an de li Orman Fidanligi bê pîrozkirin. Dê Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy beşdar bibe. Her wiha dê Koma Tersname, Barişa Ezgiler û Koma Eren derkevin ser dikê.