Li Qadîfekaleyê agirê Newrozê: Em ê ji bo Denizê bibin bahr

  • 09:14 18 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Jinên ku li Kadîfekaleya Rahşanê lê bi bedena xwe agirê Neworzê vêxist, hemû gelên li Îzmîrê vexwendin Newrozê û gotin ku wê di pêşengiya jinan de wê ev sal bibe sala berxwedanê. 
 
Di pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de li Taxa Kadîfekale ya Konaka Îzmîrê Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku parlamenter Serpîl Kemalbay û dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz jî tevli bû de jin bi meşhaleyên di dest xwe de çûn qada ku Rahşan Demîrel di 1992'yan de lê bi bedena xwe Newroz pîroz kir, pankarta li ser nivîsa "Dem dema serkeftinê ye, dem dema azadiya jinê ye" vekirin û bi govendê ku gerandin Newroz pîroz kirin. 
 
Piştî ku şêniyên taxê jî tevli pîrozbahiyê bûn bi girseyî govend hat girtin û dirûşpmên "Denîz bêmirin e", "Neworz Pîroz" be hatin berzkirin. 
 
'Wê ev sal bibe sala serkeftinê'
 
Di pîrozbahiyê de Serpîl Kemalbay a HDP'yî diyar kir ku Newroz li dijî zilmê berxwedan e û wiha berdewam kir, "Niha 'Dem dema serkeftinê ye'. Em hêvî dikin ku ev sal li dijî dijminantiya keda jinên kurd bibe sala ku bindest ala berxwedanê bilind bikin. Têkoşîna me ji bo vê ye. Neworz bi têkoşîna jinan geş dibe.Jin li dijî înkar û têkbirinê di 8'ê Adarê de li qadan bûn. Li Îzmrîê di Newrozê de wê jin dîsa li qadan bin. Neworz cejna Denîz Poyraz, Kemal Korkut û hemû kesên ku ji bo azadiyê têkoşînê didin e. Em bang li her kesî dikin ku telvi Neworza wê li Îmzîrê bê lidarxistin bibin."
 
'Em ê bibin Newroz û biherikin Gundogduyê'
 
Hevseroka HDP'ê ya Îzmîrê Berna Çelîk jî got ku, ew ê agirê li Kadîfekaleyê hat vêxistin li Gundogduyê geş bikin û wiha berdewam kir," Em ê di 20'ê Adarê de bibin Denîz Poyraz û biherikin Qda Gundogduyê. Em bang li gelê xwe dikin ku tevli pîrozbahiya Newrozê bibin."
 
Pîrozbahî bi dirûşman bi dawî bû.