Dê jin di 20'ê Adarê de li Wanê biherikin qadan

  • 09:11 18 Adar 2022
  • Rojane
 
Hikmet Tunç
 
WAN - Jinên li hêviya roja Newrozê ne diyar kirin ku wekî her salê wê îsal jî li qadan bin û wiha gotin:"Bila di Newrozê de kes li malê xwe nemînin her kes li qadan bin."
 
Li Serhadê bi beşdariya bi sedan kesan agirê Newrozê yê ewil li Navçeya Erdîşê ya Wanê hat pêxistin. Niha jî herkes li hêviya pîrozbahiya Newroza 20'ê Adarê ya li Kale Parka Wanê ye. Xebatên Rêxistina HDP'ê ya Wanê yên ji bo Newrozê jî didomin. Bi vê munasebetê me mîkrofona xwe dirêjî jinên li taxên Sixke û Xaçortê yên Rêya Armûşê kir. 
 
'Newroz cejna gelan e'
 
Emine Yalvaç bang li gel kir ku beşdarî Newrozê bibe û got:"Zilmeke mezin heye. Ger kurd dest bidin hevdu dê teqez bi ser bikevin. Wê bergiya me fireh bibe. Niha zimanê me jî qedexe ye. Li girtîgehan girtiyên me hene. Em dixwazin ew serbest bên berdan. Newroz cejna gelan e. Newroz pîroz be."
 
'Wekî her salê ez ê îsal jî li qadan bim'
 
Ji welatiyan Zehra Yalin jî da zanîn ji bo gelê kurd Newroz serhildan e û wiha got:"Wekî her salê em ê îsal jî li qadên Newrozê bin."
 
'Ji bo ziman û nasnameya min'
 
Fatma Apak jî da zanîn divê gelê kurd di roja Newrozê de li qadan bin û wiha got:"Ez ê jî wê rojê ji bo ziman û nasnameya xwe li qadan bim. Ez her sal diçim Newrozê."
 
'Em ê bi cilên xwe yên kurdî li qadan bin'
 
Ayşe Bozkurt da zanîn ku ew ê bi kincên xwe yên kurdî li qadan bin û got:"Em ê bi cilên xwe yên kurdî li qadan bin û heta dereng govendê bigerînin. Em ê hemû tax li wir bin."
 
'Em ê xwesteka xwe ya aştiyê li qadan biqêrin'
 
Sinem Abi jî Newroza gelê kurd pîroz kir û wiha got:"Ez ê di 20'ê Adarê de li Kale Parkê bim. Em ê xwesteka xwe ya aştiyê careke din li qada Newrozê biqêrin." Behice Tuncer jî got:"Bila roja Newrozê kes li malên xwe nemînin. Bila her kes li qada Newrozê bên gel hevdu. Ev roja serhildana me ye. Em ê hemû bi kiras û fîstanên xwe li qada Newrozê bin."
 
'Cejna Serok Apo'
 
Sultan Olçen da zanîn Newroz roja berxwedanê ye û got:"Cejna Serok Apo ye. Em ji 7 salî heta 70'ê salî biherikin qadên Newrozê." Çigdem Işık jî diyar kir ku Newroz aştî, xwişk û biratî ye û got wê biçe qada Newrozê.