Li Kurdistanê, pîrozbahî û amadekariyên Newrozên berê

  • 09:05 18 Adar 2022
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - 21'ê Adarê Newroz li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ji aliyê gelek gelan ve mîna roja berxwedanê, hatina biharê, xelasbûyina ji tariyê, remza hevparî, hezkirin û hevaltiyê tê pîrozkirin. Kurd Newrozê wekî roja serhildan û berxwedanê pîroz dikin. Berê kurdan Newroz çawa pêşwazî û pîroz dikirin, peyamên xwe bi çi rengî didan, daxwaz û hêviyên çawa dikirin? Ji bo bersiva vê yekê me lêkolînek berfireh kir û mîkrofon dirêjî jinên bûne şahidên Newrozên berê jî kir. 
 
Têkiliyeke mezin di navbera xwezayê û mantixa pêşwazîkirina Newrozê de heye. Loma Newroz di dîrokê de di heman demê de wekî destpêka bereketê jî tê pênasekirin. Newroz di zimanê Kurdî û Farisî de ji peyva (new- roz) yanî roja nû tê. Di hinek zimanên Asyaya navîn de jî ji Newrozê re (Norûz, Noroz, Naras hwd.) tê gotin. Taybetmendiyeke din a Newrozê ew e ku di vê rojê de şev û roj wek hev dibin. Ji vê yekê re "ekînoks" jî tê gotin. Dema em bizîvirin û li dû xwe binêrin di demên borî de di nava gelek çandan de Newroz wekî sersal jî dihat pîrozkirin. Ger em wekî mînak, nîşan bidin em dikarin cejna Babîliyan a Akîtû, festîvala Hîtîtiyan Pûrûliyas wekî merasîmên Newrozê pênase bikin. Di sedsalên nêz bi taybet di nav civatên çandiniyê de destpêka 'sala nû' ye. 
 
Niha li Efxanîstan, Îran, Azerbaycan û gelek welatên  Asyaya Navîn sersal ji 21'ê Adarê dest pê dike. Li gor baweriyên Zerdeştî, Bahayî û  Elewî Neworz roja pîroz e. Hinek gel Newrozê di 12'ê Adarê, an jî di 20'ê Nîsanê de pîroz dikin. Di nav hinek çandan de jî destpêka biharê 21'ê Adarê û 23'yê Êlûnê roja dawiya payîzê cih guhertine. Her wiha ji sala 2010'an vir ve jî ji aliyê Yekîtiya Neteweyî ve Newroz wekî cejna cîhanî di salnameyê de cihê xwe girt.
 
Li Dêrsimê jî di salên 1937'an de baweriya Kizilbaş (Sersor) serwer e û Seyîd Riza bi hevalbendên xwe re pira Kahmûtê ku rûyê êrîşkar ê dewletê temsîl dikir di 21'ê Adarê de şewitandin. Newroz wek roja jidayîkbûna Elî jî pîroz dihate dîtin. Li gor Kurdolog Martîn Van Brûînessen jî ji bo cara yekem Newroz di sala 1950'î de li Başûrê Kurdistanê wekî 'cejna neteweyî' hate pejirandin. Her wiha Qedrî Cemîl Paşa jî di berhema xwe ya bi navê Doza Kurdistanê de ku yekemîn çapa wê di 1969'an de li Beyrûdê derketiye, Kawayê Hesinkar mîna kurdekî gel ji zilm û zordestiya Dehak rizgar kiriye, pênase dike.
 
Yek ji çavkaniya girîng a Newrozê pirtûka Şahname ya helbestvanê îranî Fîrdewsî ye ku di 997-1010'an de hatiye nivîsandin. Pirtûk, bi wezna arûzê hatiye nivîsandin û ji 60 beytan pêk tê. Di pirtûkê de ji mirovê ewil heta serdema Yezdîgîrt ê 3'yemîn, bi şêwazê efsaneyan qala dîroka Îranê tê kirin. Di vê pirtûkê de Fîrdewsî hewl dide pirsa "Gelo kurd ji ku tên" bibersivîne.
 
Destana Newrozê jî li gor kurdan serhildana Kawayê Hesinkar a li dijî Dehaqê zalim e. Dema Dehaqê zalim Qiral Cemşîd têk dibe dikeve dewsa wî. Du mar li ser milên Dehaq tên. Dehaq van maran jî bi mejiyê xortên kurdan xwedî dike. Kawa Dehaq têk dibe û vê yekê jî bi pêxistina agirê Newrozê pîroz dike. 
 
Newroza berê ji aliyê dewleta tirk ve li kurdan dihat qedexekirin û li kurdên ku Newroz pîroz dikir tundî dihat kirin. Kurd gelek caran ji ber ku Newroz pîroz kirine hatine qetilkirin. Dewlat tirk a ku Newroz li gelê kurd qedexe dikir di carekê de  li dijî Newrozê bi gotina 'Nevrûz' vê rojê wekî cejna xwe ya neteweyî pênase dike. Lê belê dîroka rast vê yekê piştrast nake. Di dîrokê de her tim mêtingeran Newroz qedexe kirine lê belê dema ku nikaribûne li dijî serhildana gelê kurd a pîrozbahiya Newrozê derkevin kirine ku wekî Newroz cejna wan a neteweyî be. 
 
Jixwe dewletên ku axa kurdan dagir kiribûn nedixwestin kurd li ser bingeha mîrateya çandî pêş bikevin. Bi îmzekirina Peymana Lozanê ya di 1923'yan de hemû tiştên ku hebûna kurdan diparastin hatin qedexekirin. Bi biryarnameya fermî di sala 1924'an de rêxistin, dibistan û weşanên kurdan hatin qedexekirin. Vê yekê têrê nekir peyvên "Kurdistan" û "Kurd" jî ji pirtûkan hatin derxistin. Wekî berdewamiya vê yekê Plana Islehkirina Şerqê ya sala 1925'an ket meriyetê. Navên jînwar û gundên kurdan bi tirkî hatin guhertin. Di nasmaneyan de navê kurdî hat qedexekirin û cilên kurdî hatin qedexekirin. Her wiha di nava van qedexeyan de qedexeya pîrozkirina Newrozê jî hebû. 
 
Di sala 1982'yan de li Girtîgeha Amedê ji aliyê Kawayê Hemdem Mezlûm Dogan ve agirê Newroza serhildan û azadiyê hat vêxistin. Bêrîvan-Ronahî, Zekîye, Rahşanê û gelek lehengên doza azadiyê ev meşale hilgirtin. Ji salên 1990'an pê ve bêtir Newroz wekî roja berxwedan, serhildan û mezinkirina têkoşînê tê pîrozkirin. Li gor hinek çavkaniyan yekem carê Newroz ji aliyê tevgera siyasî ya kurd ve di sala 1970'ê de li Farqînê ya Amedê di geştyariyekê de wekî çalakiyekê tê pîrozkirin. 
 
Li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê
 
Li her parçeyên Kurdistanê Newroz bi rêbazeke cuda tê pîrozkirin. Yek ji wan parçeyan Rojhilat e. Newroz piranî li Îlam,Kirmanşan,Seqiz, Sine, wek hev tê pîrozkirin. Lê belê pîrozbahiyên Newrozê ji çanda farisî jî bi bandorê bûye. Newroza ku wek roja nû tê pênasekirin, li Rojhilat jî wek bidawîbûna zivîstanê tê destgirtin. Zivistana ku zehmet û dijwar derbas bûyî bi biharê re rojên nû dest pê dike û gaveke pîroz dest pê dike. Dema ku serma dişkê êdî dest bi pîrozbahiya Newrozê dikirin. 
 
Dema şînahî ji axê zîl dida, berhem li bazaran dihatin firotin û bêhna biharê dike li bazaran, coş û heyecan jî diket dilê Kurdistaniyan. Gel dixwest ji bo cejnê destpêkek baş bike. Êvara beriya roja Newrozê gel diçûn gihayên hişk kom dikirin û dianîn şev pêdixistin. Dest bi merasîma pîrozbahiyê dikirin. Bi taybetî Newroz ji bo xelkê Sînê gelek watedar bû. Her wiha dema agirê Newrozê xilas dibû berê xwe didan malên hevdû. Sifreya Hefsînameyê amade dikirin lê belê ev sifre di Îrana antik de hebû û di Newrozên wê demê de jî dihatin amadekirin. Ev çanda farîsî di nav kurdan de jî cih girtiye. Her wiha ev xwarin jî beşek ji merasîma Newrozê bû divê ev xwarin bê xwarin. Dema diçûn malên hevdû kul û derdê hevdû parve dikirin. 
 
Roja Newrozê jî danê sibehê diçûn xizmên xwe ziyaret dikirin. Li Rojhilat jî pîr û kalên me wiha pêşwaziya Newrozê dikirin.
 
Her wiha di çarşema axirî ya dawî de Newroz li Rojhilatê Kurdistanê dest pê dikirin. Berê jî gel êvarî diçûn ser banê xwe û agir vêdixistin. Bi vê yekê re kêf dikirin, govend digerandin. Xwe ji ser agir diavêtin. Piştî tarî diket erdê zarokan navciwanan torbeyek an jî destmalek digirtin destên xwe. Diçûn ji ser banê xanî û destmal an jî torbeyên xwe ji kulekên malan dialiqandin û digotin 'Serê salê binê salê tiştekî biavêjin binê çalê xwedê bihêle malxê malê'. Kevaniya malê jî pere, şêranî û hwd. dixist destmal û torbeyan. Her wiha dema destmal an jî torbeyên xwe li ber pencereyê ya jî kulekê daliqandana û kesekî tiştek nexistayê ev digotin: 'Serê salê binê salê xwedê hewiyê bîne ser kevaniya malê'. Ji bo Newrozê cil û bergên nû dihatin kirîn. Dihat gotin sal xwe nû dike em jî kincên xwe yên berê biavêjin ên nû bigirin. Dibêjin sal taze dibe em jî xwe taze bibin. Ev bi taybet di nava kurdên soran de heye. Di heman demê de xurekên Newrozê yên taybet dihatin çêkirin. Xwarinên xweş dihatin çêkirin û malên xwe paqij dikirin. Dîwar dihatin boyaxkirin, bi awayekî xweji xerabiyan paqij dikirin.
 
Di roja Newrozê de kurd diçin malên hevdu jî. Roja cejnê kesên ji hev xeyidî li hev dihatin. Her wiha bûkên teze jî dihatin xelatkirin û ji bo zarok dilê wan xweş bibe xelat ji wan jî dihat girtin. Pereyê nû wekî eydaniyê dihat dayin. Her wiha sêzdek jî li Rojhilatê Kurdistanê heye. Ev jî tê wateya 13 rojên piştî cejnê. Piştî 13 rojên cejnê her kes derdikevin derve kes li malên xwe namîne, her kes diçe nav tebîet û xwezayê. Ehmedê Xanî jî di berhema xwe ya Mem û Zînê de dibêje 'eyd e dibe ku kes li malên xwe tune bin'. Her wiha taybetmediyeke din a pîrozkirina Cejna Newrozê ya li Rojhilatê Kurdistanê ew e ku pêş cejnê, ceh, genim, nok di nava firaxekê de dihatin çandin. Di roja sêzdekê de jî dema şîn dihat jinên ciwan ev bi xwe re dibirin nava xwezayê ji bo bereket û zêdahiyê bera nav xwezayê didan. 
 
Merasîmeke dinê ew bû ye ku heta 50 sal berê jî li Kurdistanê hebûye lê belê niha hema bêje winda bûye. Ev jî Mîrê Newrozê yanî şanoyeke komîk bû. Du endamên wê şanoyê hebûye. Yek kalwezîr yek jî mîr bûye. Kalwezîr di heman demê de şêwirmendê mîr bû. Her wiha wezîrê destê rastê û yê destê çepê hebûye. Wezîrê destê rastê sembola edaletê bû. Wezîrê destê çepê jî bernemayên mîzahî amade dikir. Kesekî din jî hebû jê re digotin Mîrza. Mîrza merivekî xwendevan bûye. Katibê mîr bûye. Memûrek hebûye ku tenê destûr radigihand. Di destên memûrê ragihandina destûran de gopalekî zêr û gurzeke zêr di destan de hebûye. Hinek jî sazlêder hebûn, yên saz lê didan û stran digotin. Vana jî di nava vê şanoyê de cihê xwe digirtin û pere jî nedigirtin. Merasîmê gerelaje jî hebû û divê stran bihata gotin. Yên stran negotina dihatin cezakirin. Ev şanoya Mîrê Newrozê li malên malmezinan jî dihat lîstin. 
 
Ji destpêka pîrozkirina Newrozê heta niha kurd li ser esasên parastina nirxên xwe yên civakî hewil didin di her Newrozê de vê ahenga berxwedanê zindî bihêlin. Di demên borî de Newroz li çar parçeyên Kurdistanê bi çi rengî dihat pêşwazîkirin û pîrozkirin? Ev ahenga berxwedanê bi çi rengî bû heta roja me ya îro çawa zindî dihat hiştin? Ji bo bersiva van pirsana me têkilî bi kesên bûna şahidên Newrozê berê re danîn.
 
Têkildarî 21'ê Adarê Cejna Newrozê, pêşwazîkirina Newrozê, amedekariyên ku jin pê radibin, cudahiya di navbera pîrozkirina Cejna Newrozê de ya ku berî Şoreşa Rojava û piştî şoreşê li Kobanê endama Mala Jinê ya Kantona Kobanê, Semira Mislim wiha got:"Gel hertim bi israra azadiyê ev roj pîroz dikirin." 
 
Sedika Erden a ji Şirnexê jî diyar kir ku dema berê Newroz dihat wan digotin sersal hatiye û hêk boyax dikirin. 
 
Cîgira Serokatiya Tevgera Azadiyê ya Giştî, Tara Huseyn têkildarî Cejna Newrozê ya li Başûrê Kurdistanê da zanîn ji bo Newrozê berê jî xebatên hevpar dihatin kirin û got tevî astengiyan Newroz dihat pîrozkirin. 
 
'Rejîma Sûriyeyê nedihişt agirê azadiyê pêkeve'
 
Semîreyê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser zor, zehmetî, astengiyên ku di amedekariya Newrozê de berî Şoreşa Rojava dikişandin û wiha pê de çû: "Wekî ku tê zanîn berî şoreşê Rejîma Sûriyeyê hebû. Dema ku di şeva agir de gel pir zehmetî dikişand. Agirê Newrozê bi destên ciwanan dihate pêxistin. Her wiha em di wê demê de jinên ciwan bûn, jinên ciwan jî bi rastî gelekî çalak in. Wê demê saet di 5'ê êvarê de agir dihat pêxistin. Wê demê her kesî ji agirê Newrozê re xwe amede dikir. Her kesî digot dê agir destpêkê li Bakur pêkeve piştre, dê li her derê pêkeve. Dema ku çirûska azadiyê li wê derê pêdiket, wê demê li giştî Rojavayê Kurdistanê agir pêdiket. Piranî li ser giran agir dihat pêxistin. Rejîma Sûriyeyê dihat ew agir vedimiran. Rejîmê nedihişt ku agir vêkeve, ji ber vê nakokî û zehmetî ji gel re pir çêdikir. Lê gel tu carî li hember van tiştan nedisekinî. Careke din agirê xwe ronî dikirin."
 
'Gel hertim bi israra azadiyê ev roj pîroz dikirin'
 
Semîreyê di nava axaftina xwe de da zanîn ku berî şoreşê Rejîma Sûriyeyê şahiyên Newrozê qedexe dikirin û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Gel dema di Newrozê de li ber malan û li her derê find pêdixistin, derdora xwe hemû dixemilandin. Rejîma Sûriyeyê tu carî ev yek li ser xwe qebûl nedikir. Digot çawa gelê kurd Newrozê pêşwazî bike, çalakî û şahiyan li dar bixin. Ji ber vê yekê Rejîmê di dawiyê de roja nû Cejna Newrozê guhert û kir Cejna Dayikê. Cejna Dayikê jî, ew e ku zarok ji dayikên xwe re xelat û diyariyan bînin. Lê gelê kurd qebûl nekir ku roja vejîna gelan were guhertin. Gel li dijî vê yekê digot Newroz roja azadiyê ye ne tenê roja girtina xelatan e. Newroz destpêkê li ku çêbû? Li kaniya kurdan çêbû, di wê derê de gel bi def, zirne, cil û bergên kurdî pîroz dikir. Piştî wê Newroz li Kaşê Miştenûrê hat lidarxistin. Li wê derê şano dihatin çêkirin, li ser Kawayê Hesindar ku bi çi rengî agirê Newrozê pêxistiye. Wê demê gel bi giştî berê xwe dida Kaşê Miştenûrê. Dîsa jî Rejîmê nerazîbûnek nîşan dida. Lê gel hertim bi israra azadiyê ev roj pîroz dikir. 
 
'Piştî  şoreşa 19'ê Tîrmehê bi serbestiya Newrozê em şad bûn'
 
Semîreyê da zanîn wan bi têkoşîna xwe hişt ku Newroz bê pîrozkirin û wiha domand:"Dema ku şahiya Newrozê çêdibû, em diçûn ser Kaşê Miştenûrê û em diketin rêzekê. Bi şevê, me yek bi yek sehna şahiya Newrozê çêdikir. Di nîvê şevê de di saetên dereng de ji bo amedekariyên Newrozê em derdiketin ser kaş û me tiştên xwe amede dikir. Her kesî bi hezkirin, ked, zor û zehmetî ev roja pîroz parve dikirin. Her wiha çandeke me gelan heye ji berê de, her malbatek xwarin û pêwîstiyên xwarinê amede dikirin. Dihatin Newrozê xwarina xwe dixwarin û piştre konekî xwe vedigirtin. Bi vî rengî di Newrozê de civaka xwezayî ji nû ve didan jiyîn. Piştî  şoreşa 19'ê Tîrmehê bi xweşî û serbestiya Newrozê em şad bûn. Pîrozkirina Newrozê piştî şoreşa 19'ê Tîrmehê azad bû. Bi cil û bergên xwe, bi pêxistina agirê Newrozê bi her rengî serbest e. Yanî min xeftan û kirasê kurmancî li xwe dikir bê ku ez tu hesabî ji kesî bikim. Tiştekî bala min kişand. Berî şoreşê, ev kefiyên kesk û sor û zer hebûn, min dixist serê xwe. Polîsekî ji Rejîma Sûriyeyê destê xwe avêt serê min û got çawa tu vê dixe serê xwe. Wê demê birayê min bi min re bû jê re got ma qey çi pê hatiye. Polîs birayê min girt û şeş mehan xiste zindanê. Ji ber vê yekê ez niha dinihêrim ku li Rojava jin bi azadî cil, bergên xwe li xwe dikin, di ziman û çanda xwe de serbest in. "
 
'Bila Newroza 2022'yan bibe Newroza serkeftina gelan'
 
Semîreyê di dawiya axaftina xwe de teqez kir ku dê Newroza 2022'yan bibe Newroza serkeftina gelan û wiha dawî lê anî: "Dê Newroza 2022'yan ji jinên aştîxwaz re bibe Newroza serkeftina gelan. Ez Cejna Newrozê li tevahî jinên têkoşer û li Rêber Apo, dayikên şehîdan, hevjînên şehîdan pîroz dikim."
 
'Dema Newroz dihat me digot serê salê ye'
 
Sedika Erden a 45 salî ya ji Şirnexê jî bal kişand ser pîrozkirin û amadekiriyên Newrozên berê û wiha got:"Di Newrozên berê de em zarok bûn û li gund dijiyan. Dema Newroz dihat, malbata me digot serê salê ye. Em zarok bûn me ax dikir hundirê qutîkê û mazot lê dikir û agir pê dixist. Me zanibû Newroz e, serê salê ye. Pîrozbahiyên berê gelek cuda bûn. Em komek zarok kom dibûn û mal bi mal digeriyan û me digot 'serê salê û binê salê xwedê kurekî bide kevaniya malê'. Gelek bi kêf û şahî derbas dibû. Pîrozbahiyên berê gelek cuda bûn. Xeynî vê em mal bi mal digeriyan û me şekir ji xwe re kom dikir. Malbatan şekir belav dikirin. Wekî cejnê hemû malbatan amadekariyên xwe wisa dikirin. Hinekan şekir belav dikirin, hinekan nok belav dikirin. Dema Newroz dihat me digot serê salê ye. Her wiha li cem me malbatan hêk dikelandin û diketin nava pêşbirkan. Ew hêkên ku dikelandin bi boyaxên rengo rengo boyax dikirin. Çawa ku di biharê de hemû dever rengo rengo dibe, me hêk jî wisa bi hemû rengan boyax dikirin. Malbatan di malê de xwarin çêdikirin û dibirin ser ziyaretan û li ziyafetê ji xwe re datinîn. Hemû gundî li hev diciviyan û dixwarin. Hemû kesan xwe dixemilandin, şahiya xwe li dar dixistin û bi coş û kelecanek mezin derbas dibû. Şûna Newrozê ev pîrozbahî berê dihatin kirin." 
 
'Em tu carî çanda Newrozê ji bîr nakin'
 
Sedikayê da zanîn ku Newrozên berê bi coşeke mezin derbas dibûn û wiha lê zêde kir:"Bi hezaran kes kom dibûn û ew roj gelek xweş derbas dibûn. Em tu carî vê çandê ji bîr nakin. Çanda berê gelek cuda û bi coş derbas dibû. Newrozên niha jî xweş derbas dibin. Lê me berê bi rojan pêş de dest bi amadekariyan dikir. Me şekir û hêkên reng bi reng ji xwe re kom dikir. Kal û pîrên me digotin ev cejna Kawayê Hesinkar e. Ji ber ku em zarok bûn me baş fêm nedikir. Me şev serê daroka agir pêdixist û mezinên me digotin ev agirê Kawayê Hesinkar e. Me gelek meraq dikir ew kî ye. Lê ji ber ku em zarok bûn me zêde baş jê fêm nedikir. Newrozên niha jî gelek xweş in û bi girseyî derbas dibe. Berê jî gel astengî nas nedikir û pîrozbahî dikir. Ez gelek bêriya wan rojan û zarokatiya xwe dikim. Xwezî ew dem dîsa hebûya. Ji biçûkan bigire hemû kes îro gelek baş dizanin ku Kawa kî ye. Agirê Kawayê Hesinkar ku pêxistibû îro bi coş bilind dibe û venamire."  
 
'Ruxmê astengiyan Newroz dihat pîrozkirin'
 
Cîgira Tevgera Azadiyê ya Giştî, Tara Huseyn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser Newrozên berê yên li Başûrê Kurdistanê dihatin pîrozkirin û wiha got: "Ji dê û bavên xwe me li çîrokên Newrozê guhdar dikir. Ango bi coşa ku dihat pîrozkirin û bi wateya ku lê dihat barkirin re. Tê zanîn beriya Rejîma BAAS'ê ya ku Seddam rêbertiya wê dikir û bi wê re jî gelek êrişên mezin li ser kurdan dihatin meşandin, ji bo bişaftin û tunekirinê her rêbaz bi kar dianî. Çanda me, zimanê me û jiyana me jî dihate qedexekirin. Di nava van qedexeyan de jî gelê me yê başûr dev ji pîrozkirina Newrozê bernedan. Dê û bavên me di şeva 20'ê Adarê bi 21'ê Adarê ve girê dide de, bi veşartî agir pêdixistin. Di wê şevê de ji her deverê pêtên agir xuya dikirin. Agir nedihat astengkirin. Roja 21'ê Adarê jî gelê kurd kom dibû û diçû seyranê. Hatina Newrozê bi agir û geştê dihat pêşwazîkirin."
 
'Newrozê bi parastina Medyayê re wate girt'
 
Tarayê bal kişand ser serhildana gelê kurd û wiha berdewam kir: "Li dijî êrişan kurdên Başûrê Kurdistanê serî hildan. Bi serhildanê re jî êdî pêwîst bû Newrozeke bi coştir were pîrozkirin. Lê belê siyaseta ku li Başûrê Kurdistanê hate meşandin ne siyaseteke neteweyî bû. Li cihê ku giranî bidin çanda kurdî û pêşve bibin, li dijî wê tev geriyan. Ev roj tenê weke roja xwarin, vexwarin û sefrê nîşan dan. Ji wateya wê dûr xistin. Piştî ku li qadên parastina Medyayê, di wateya wê de li gorî çanda kurdî hate pîrozkirin ji nû de sererastiyek çêbû. Bi taybetî jî di 8 salên dawî de êdî gelê me yê Başûr ket ferqê ku ev roj ne tenê roja geşt, xwarin û vexwarinê ye. Ev roj êdî weke roja nû hate pîrozkirin. Ango bi milyonan cangoriyên ku ji bo vê rojê, bedel dane hatin bibîranîn êdî."
 
'Xebatên me bi komîn pêk tên'
 
Tarayê banga têkoşîna azadiyê kir ku gel li Qendîlê ji bo pîrozbahiyê kom bibin û wiha got:"Ji wê demê şûnde Newroz cuda hate pîrozkirin. Em her sal Newrozê li Qendîlê bi coşek mezin pîroz dikin. Li gorî demê bi peyamên siyasî re tê dagirtin, gelek hunermend beşdar dibin ango girseyek mezin a gel jî ava dibe. Vê yekê jî Newroza Başûrê Kurdistanê bi nav û deng kir. Li wir bi awayekî komîn jî amadekarî pêk tên. Ev bû çandek xweş û rengîn. Bi heman rengî li Kerkukê jî Newroz tê pîrozkirin. Lê belê bi girseyî li Qendîlê tê pîrozkirin ku kesên demokrat berê xwe didin wir. Li Bakur çawa Amed bi nav û deng e li Başûr jî Qendîl bi nav û deng e."
 
'Dem dema azadiyê ye'
 
Tarayê bi lêv kir ku dem dema azadiyê ye û wiha bi dawî kir:"Newroz roja serkeftinê ye. Li dijî dagirkeran roja serhildanê ye. Weke di dîrokê de jî Kawa li dijî Dehaqê serdemê serî rakir û agirê serkeftinê pêxist. Em dikarin Dehaqê vê serdemê weke Erdogan û dewleta dagirker a tirk binirxînin. Ango em jî li dijî zilmê agirê xwe yê serhildan û serkeftinê pêdixin. Bi hezaran keç û xortên kurdan nûnertiya serhildana Kawa dikin. Ji ber wê jî ev roj ji bo me gelek girîng e. Em îsal jî bi dirûşma 'Dem Dema Azadiyê ye' dadikevin qadan. Em dikevin serdemek nû û di vê serdemê de jî em ê ji bo modela demokratîk têkoşîna xwe bi ser bixin."
 
'Em amade ne'
 
Tarayê da zanîn îsal ew bi amedekariyên mezin diçin Newrozê û wiha dawî li gotina xwe anî: "Li Kerkuk, Qendîl û Şengalê pîrozbahiyên girseyî tên lidarxisitin. Ev Newroz ji bo me cejnek cuda ye û em bi wê cudahiyê amadekariyên xwe dikin. Em ê îsal agirê serkeftinê pêbixin." Tarayê herî dawî jî Newroza hemû gelên azadîxwaz û demokrat pîroz kir.