ROJEVA 18'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 18 Adar 2022
  • Rojev
 
*Va ye dîsa Newroz hat. Tevî kulîlkên biharê bi rengên kesk û sor û zer hat. Her ku meha adarê tê vir de Newroz dikeve bîra mirov. Piştî her sê cemre dikevin xwezayê êdî rû dikenin, dil geş dibin. Jiyan dikemile, gerdûn dixemile bi kulîlkên biharê. Hêviyên nû çê dibin. Dilê mirovan geş dibe. Heyîn ji qul û bexşan derdikevin, silavê  didin xwezayê. JI PÊNÛSA JINAN
 
*"Hem mîmariya xaniyan hem estetîk û etîka jiyana gund ji bo jin û zarokan hîmê jiyaneke civaka azad pêşniyar dike. Jinên ji nifşên cuda, di pêşketina aboriya komunal a xwe dispêre sewalkarî, çandiniyê, berpirsyariyek mezin digirin ser xwe û di meclîsa gund de bi awayekî kolektîf tevlî pêvajoyên biryarê dibin û dîsa ji bo jiyana civakî berpirsyariyê digirin.  Ev mînak jî nîşan dide ku li dijî serdestiya mêr a modernîteya kapîtalîzmê, avakirina alternatîfa jiyaneke xurt û bi îrade pêkane." JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ
 
*Jinên Amedê diyar kirin ku wê îsal Newroz bibe wesîleya aştî û azadiyê û bang kirin ku herkes li dora agirê Newrozê kom bibe û agir gûr bikin.  DÎMEN HEYE
 
*21'ê Adarê Newroz li Rojhilata Navîn û Asyaya Navîn ji aliyê gelek gelan ve mîna roja berxwedanê, hatina biharê, xelasbûyina ji tariyê, remza hevparî, hezkirin û hevaltiyê tê pîrozkirin. Kurd Newrozê wekî roja serhildan û berxwedanê pîroz dikin. Berê kurdan Newroz çawa pêşwazî û pîroz dikirin, peyamên xwe bi çi rengî didan, daxwaz û hêviyên çawa dikirin? Ji bo bersiva vê yekê me lêkolînek berfireh kir û mîkrofon dirêjî jinên bûne şahidên Newrozên berê jî kir. DÎMEN HEYE
 
* Emîne Şener û keça wê ya ku dayika aştiyê ye Bedîa Gokkuz bi salane tevî hemû zext û qedexeyan li Stenbolê tevlî pîrozbahiyên Newrozê dibin û wan rojan wiha vedibêjin: “Me li dijî zilmê serî hilda. Me çavên xwe vekir û em di ferqa her tiştî de bûn. Çi dibû bila bibe me agirê Newrozê pêdixist.  Dema ku wan çaxan qedexe dikin kelecana me zêdetir dibû.” DÎMEN HEYE
 
*Jinên li hêviya roja Newrozê ne diyar kirin ku wekî her salê wê îsal jî li qadan bin û wiha gotin:"Bila di Newrozê de kes li malê xwe nemînin her kes li qadan bin." DÎMEN HEYE
 
*Seroka Konseya Navenda TTB’ê Şebnem Korur Fîncanci da zanîn ku zimanê desthilatdariyê şîdeta li ser xebatkarên tenduristiyê zêde kiriye û pakêta darazê ya lezgîn a hatiye meclîsê jî wiha nirxand: “Pêşîgirtina li şîdetê tenê bi cezakirinê bi sînor nîne. Divê li dijî sedemên ku şîdetê diafrîne têkoşîn bê dayîn.”DÎMEN HEYE