Zaînal Abarakov serbest hat berdan

  • 16:34 17 Adar 2022
  • Rojane
DÊRSIM - Gumanbarê sereke yê di windakirina Gulistan Dokû de cih digire, Zaînal Abarakov piştî îfade da dozgeriyê serbest hat berdan. 
 
Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Dokû di 5'ê çileya 2020'an de li Dêrsimê hat windakirin û ji vê dîrokê ve agahî jê nayê girtin. 
 
Di çarçoveya lêpirsîna ku derbarê windakirina Gulistanê de ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsîmê ve hatibû destpêkirin de gumanbarê serekê yê Gulistan Dokû Zaînal Abarakov li navçeya Alanya ya Antalyayê hat binçavkirin. Piştî ku îfade da dozger serbest hat berdan.