Li Hezexê agirê Newrozê pê ket

  • 15:45 17 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Komîteya Amadekar a Newrozê ya Hezexê, bi coş û kelecanek mezin starta pîrozbahiyên Newrozê da .  
 
Komîteya Amadekar a Newrozê ya navçeya Hezexa Şirnexê, tekildarî pîrozbahiya Newroza ku di 21’ê Adarê de dê bi dirûşma “Dem Dema Serkeftinê ye” bê pîrozkirin starta xebatên xwe da. Komîteya Amadekar a Newrozê ber avahiya HDP’ê ya Hezexê agirê Newrozê pêxist û daxuyanî da. Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyîn Kaçmaz, endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, aktîvîstên TJA’yê, encamên navend û navçeya Hezexê bi cilên xwe yên kurdewarî tevlî daxuyaniyê bûn.
 
Beriya dayîna startê li avahiya HDP’ê ya Hezexê şandeyê bi coşekê bi stran û tililiyan govend gerand. Piştre li ber avahiya HDP’ê agir hat pêxistin û daxuyanî hat dayîn.  
 
‘Kawayên berxwedêr afirandiye’
 
Daxuyanî ji hêla Hevserokê HDP’ê yê Hezexê Ahmet Îdem ve hat xwendin. Ahmet, anî ziman ku Newroza 2022’yan Kawayên berxwedêr afirandiye û ev tişt got: “Di demeke ku ji her demê zêdetir pêwîstî bi biratiya gelan, yekîtî û aştiyê heye, wê be pîrozkirin. Gelê Kurd li hemberî zaliman di warê berxwedanê de bûye hêza pêşeng, bi salan e li hemberî Dehaqên zalim, Kawayên berxwedêr afirandiye. Gelê Kurd bi hezaran salan e ji bo mezinkirina berxwedanê her sal di 21'ê Adarê de vê rojê wekî cejna ji nûve bûnê, berxwedan û hêviyê pîroz dike.”
 
‘Ji her zimanî, rengî, dengî û gotinên xwe dikin qêrîn’
 
Ahmet, bi lêv kir ku ji her zimanî, ji her rengî, ji her dengî û ji her gotinên xwe dikin qêrîn û li kêleka hev radiwestin û wiha bal kişand ser komkûjiya Newroza 92’an: “Em welatiyên ku beriya 30 salan di pîrozbahiya Newroza 92 yan Şirnex, Cizır û Nisebîne de, jiyana xwe ji dest dabûn bi bîr tînin û li ber bîranînên wan bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
 
Bangewazî
 
Ahmet, di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ji hemû deman bêhtir ew nêzî azadiyê ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bawerî, biryarbûn û hêviya me ji ya hemû deman bi hêztir e. Bi rihê yekîtiya neteweyî û ber bi aşitiyek bi rûmet ve em dê bi ser kevin. Em hemû gelê Hezexê vedixwînin Newrozê ku em ê 21’ê Adarê roja duşemê li qada mîtîngê pîroz bikin. Dem dema serkeftine yê.”
 
Piştî daxuyaniyê bername bi dirûşmên “Newroz Pîroz Be” û “Bijî Newroz”, pêxistina agirê Newrozê û bi coş, bi gerandina govendê bi dawî bû.
 
Newroza Hezexê di 21’ê Adarê de ye
 
Dê Parlamenterê HDP’ê yê Şirnexê Huseyin Kaçmaz wek axaftvan beşdarî mitînga ku dê di 21’ê Adarê de li Hezexê pêk bê, bibe. Her wiha hunermend Hîvron û Koma Jînawaz dê derbikevin ser dikê.