Di 'Nobeta Edaletê' ya Îzmîrê de peyama xurtkirina piştevaniyê

  • 15:19 17 Adar 2022
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya li Baroya Îzmîrê 25 roj in didome. Di serdanan de peyama xurtkirina piştevaniyê tê dayîn. 
 
Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya malbatên girtiyan li Baroya Îzmîrê 25 ro jin didome. Malbat li dijî binpêkirina mafên girtiyan û ji bo serbestberdana girtiyên nexweş çalakiya xwe didomînin. Îro Platforma Azadiyê ya ji bo Girtiyên Nexweş û Aysel Tugluk serdana çalakiyê kirin û piştevaniya xwe ya bi malbatan re anîn ziman. 
 
Ji endama platformê Ebru Dînçer axivî û wiha bal kişand ser rewşa girtiyan: "Çend rapor ji bo serbestberdana girtiyên nexweş tên dayîn jî nayên berdan. Ji bo azadiya girtiyên nexweş divê raya giştî bi hestiyar tevbigere. Her wiha di vê mijarê de jî em ê têkoşîna xwe bidomînin."
 
Bahrî Akkan jî endamê platformê ye, da zanîn ku divê li dijî bêedaletî û bêhiqûqiyê piştevanî mezin bibe. 
 
Neslîhan Eyîgun, endama platformê ye di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk. 
 
Medet Kaymaz li Girtigeha Tekîdagê ye û dayika wî Medîne Kaymez, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Zarokên me li girtîgehan pîr û kal bûn. Niha kesên ku cezayên wan xilas dibin poşmanî li wan tê ferzkirin. Ji ber ku li dijî poşmaniyê derdikevin nayên berdan. Her wiha ez tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar dikim. Gelo kî dikare 26 salan li giravê bi tena serê xwe bimîne? Divê dewlet dev jî vî zilmê berde. Her wiha divê dewlet êdî dev jî dijminatiya tirk û kurdan berde. Em dijminatiya kesekî nakin."