Xizmên girtiyan ji pêş edliyeyê bang kirin: Heq, hiqûq û edalet

  • 14:43 17 Adar 2022
  • Rojane
 
AMED - Nobeda Edaletê ya xizmên girtiyan li pêş edliyeya Amedê didome. Malbatan ji bo piştgiriyê bang kirin. 
 
Di çarçoveya "Nobeda Edaletê" ya xizmên girtiyan a ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan tê betalkirin bên berdan dabûn destpêkirin didome. Malbatan nobeda xwe îro li ber deriyê Edliyeya Amedê domandin. Nunerên Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hukumxaran  (TUHAY-DER),  Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê(OHD) jî tevli çalakiyê bûn. 
 
Malbatan xwestin daxuyaniyek bidin lê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Malbatan jî di bin dorpêça polîsan de çalakiya rûniştinê pêk anîn. Malbatan astengkrina polîsan bi diûşme " Heq, hiqûq û edalet" û "Bijî berxwedana zindanan" protesto kir.