Li Dîlokê ji bo Newrozê bang hat kirin

  • 14:35 17 Adar 2022
  • Rojane
DÎLOK -  Amedekariyên ji bo Newrozê yên bajarên Kurdistanê didomin. Li Dîlokê jî di çarçoveya xebatên Newrozê de banga beşdariya pîrozbahiya Newrozê hat kirin. 
 
Xebatên ji bo Newrozê yên bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye" hatine destpêkirin didomin. Ji bo pîrozbahiyên Newrozê yên wê li 72 bajarî bên kirin xebatên kuçeyan didomin û belavok tên belavkirin. 
 
Bernameya pîrozbahiya Dîlokê jî diyar bû. Dê di 20'ê Adarê de roja yekşemê li Qada Newrozê li qada otobusên berê pîrozbahî bê lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul û endama Meclîsa Jinê ya HDP'ê Gulcihan Şimşek wê wekî axaftvan beşdar bibin. Wê Mikail Aslan û Şerzat derkevin ser dikê. 
 
Parlamenterê HDP'ê Mahmut Togrul, Endamê PM'a HDP'ê Mikail Gozek, Hevseroka HDP'ê ya Dîlokê Avni Binici, Ayten Kaya, endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya Dîlokê, Bêritan Yucel, Muslum Şahinsoy diyar kirin ku Newroz sembola azadî û serhildanê ye û gel bi rihê Mezlûman vexwendin Newrozê.