Şêniyên Herêma Firatê li dijî dagirkirina Efrînê derketin qadan

  • 13:59 17 Adar 2022
  • Rojane
KOBANÊ - Şêniyên Herêma Firatê, bi munasebeta salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê, bi dirûşma “Efrîn Rûmeta me ye, xwedî li rûmeta xwe derkevin” meşek li dar xistin.
 
Di 20'ê Çileyê 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kirin. Di 18'ê Adara 2018'an de dewleta tirk û komên girêdayî wê Efrînê kirin bin kontrola xwe. Di encama êrîşên balafir û çekên giran de şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê bûn. Gelek malbatan berê xwe dan Kampên Şehbayê û hinekan ji wan jî berê xwe dan Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Efrîn ku di dema Aloziya Sûriyeyê de, weke navendeke jiyana hevpar a gelan bû. Piştî dagirkirinê veguherî navendeke komkujî, qirkirin, têkibirin, talankirin û wêrankirinê. Şêniyên Efrînê 58 rojan bi berxwedanke bêhempa li dijî dagirkeriyê li berxwe dan.
 
Bi sedan ji şêniyên Herêma Firatê, bi munasebeta salvegera 4'emîn a dagirkirina Efrînê, bi dirûşma “Efrîn Rûmeta me ye, xwedî li rûmeta xwe derkevin” meşek li dar xistin. Di meşê de wêneyên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, alên Meclîsa Malbatên Şehîdan, Partiya Sûriya Pêşerojê, şaxên zaytûnan hatibûn hildan. Tevahî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê beşdarî meşê bûn. Meşê ji qada Şehîd Egîd bi berzkirina dirûşmên “Bijî berxwedana Efrînê” dest pê kir û heta ber Qada Jina Azad dewam kir. Ji bo tekoşerên azadiyê deqeyeke rêz hat girtin, paşê li ser Navê Rêveberiya Herêma Firatê Firyaz Berkel axivî.
 
'Em dozgerê rêya pêşengên xwe ne'
 
Firyazê di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku di 18'ê Adara 2018’an de êrîşek dijwar li ser Efrînê de hat û wiha pê de çû: “Efrîn berî dagirkirinê ji hemû pêkhateyan re bû cihê aramî û wekheviyê. Ev hemû dewletên desthilatdar bi rêya şerê taybet dixwazin welat, civak, jin û ciwanên me bixin metirsiyê. Ji ber vê yekê ye ku ji me tê xwestin em her tim di nava çalakiyan de bin û li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bimeşin û dozgerê rêya pêşengên xwe bin. Bi berxwedan û tekoşînê dagirkeriyê têk bibin.”
 
Meş bi dirûşmên “Bjiî Serok Apo”û “Bijî berxwdana Serdemê” bi dawî bû.