Li Sîlopiyê banga tevlîbûna Newrozê hat kirin

  • 13:54 17 Adar 2022
  • Rojane
ŞIRNEX - Rêxistina HDP’ê ya Sîlopyayê bang li welatiyên herêmê kir ku di 20’ê adarê de biherikin Qada Newrozê.
 
Îsal wê bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” wê li 72 deveran agirê Newrozê bê pêxistin. Ji pîrozbahiya Newrozê re çend roj mane xebat û amadekarî bênavber berdewam dikin. Li navçeya Sîlopya Şirnexê ku wê di 20’ê adarê de Qada Newrozê bê pîrozkirin, rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bang li xelkê Sîlopyayê kir ku biherikin qada Newrozê.
 
Li navenda navçeyê bi tevlîbûna parlementerê HDP’ê Hûseyîn Kaçmaz, Meclîsa Dayîkên Aştiyê û endamên partiyê, gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê.
 
Hevseroka Rêxistina HDP’ê Asuman Kûlter diyar kir ku ew îsal Newrozê bi kelecaneke cuda pîroz dikin û ev bang kir: "Em îsal bi dirûşma 'Dem dema azadiyê ye' Newrozê pîroz bikin. Bi vê mebestê em bang li şêniyên Sîlopyayê dikin ku di 20’ê adarê de biherikin qada Newrozê. Newroz pîroz be, Bijî Newroz.”
 
Piştî bangewaziyê jinan govend gerand. 
 
Newroza ku wê li navçeyê di 20’ê adarê de li qada Newrozê bê pîrozkirin, wê parlementerê HDP’ê Hasan Ozguneş û hûnermend Cevdet Bagca, Hîvron û Batman Kolektîf tevlî pîrozbahiyê bibin.