Şandeya li Kurdistanê lêkolîn kir: Bila Erdogan ji sûcên şer bê darizandin

  • 12:55 17 Adar 2022
  • Rojane
ENQERE - Şandeya Îngilîz a ji bo lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê Tirkiyeyê ve, çûbû Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê, bang kir û got divê Serokomarê AKP'yî Tayyîp Erdogan ji ber sûcên şer were darizandin.
 
Operasyona leşkerî ya ku Tirkiyeyê di 23’yê nîsanê de li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Herêma Federal a Kurdistanê dabû destpêkirin, berdewam e. Li gor hinek çavkaniyan hat gotin Tirkiyeyê di operasyonê de çekên kîmyewî bi kar anîye û vê jî rê li ber bertekan vekir. Ji bo ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) li herêmê lêkolînan bike, li gelek welatan çalakî hatin lidarxistin. 
 
Şandeya Îngilîz di navbera 28’ê sibatê û 8’ê adarê de li Herêma Federal a Başûrê Kurdistanê li ser bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn kirin. 
 
Kesên di nava heyetê de cih digirin wiha ne: "Edîtorê Navneteweyî yê Morning Starê, ji Defend Kurdistan Initiative UK û Berdevkê Koalîsyona li Dijî Çekên Kîmyewî yên li Kurdistanê Steve Sweeney; Endamê Desteya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîqeyan û Yekitiya Karmendên Serbest ên bi Kontrol ên Neteweyî Andi Kocsondi; rojnamevan û nivîskar John Hunt, endama Partiya Karker a Parlamentoya Ewropayê ya berê û ji damezirînerên Înîsiyatîfa Aştî ji Kurdistanê re Julie Ward, Sekreterê Giştî yê Komîteya Rêveber a Federasyona Giştî ya Sendîqeyan û Sendîqeya Karkerên Civakî John McGowan, Şêwirmendê Sendîqeyê û Wezîfedarê Navneteweyî yê GMB ê berê Bert Schouwenburg û rojnamevan Mylene Sauloy."
 
Şandeyê piştî lêkolînê daxuyaniyek weşand û xwest ku Serokkomarê AKP’yî Tayyîp Erdogan ji ber sûcên şer û îdiaya bikaranîna çekên kîmyewî bê darizandin. Şandeyê diyar kir ku ew di 34’emîn salvegera Komkujiya Helebceyê de bang li civaka navneteweyî dikin ku ji dîrokê ders bigirin û dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya 11 mehan bînin. 
 
'Bêdengiya rêxistinên navneteweyî nayê qebûlkirin'
 
Bi domdarî şandeyê bi bîr xist ku Tirkiyeyê êrişî Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku di bin mîsogeriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye û êrişî nexweşxaneyeke li Şengalê kiriye û ev agahî parve kirin: “Di vê êrişê de 4 kes hatin kuştin. Ji ber êrişên Tirkiyeyê, 2 hezar kes ji vir koçber bûn. Ya ku mirov herî zêde aciz dike jî ew e ku tê îdiakirin ku li ser xaka Iraqê çekên kîmyewî bi kar tîne. Ev tevek jî sûcên şer in û divê li gorî sûcê şer ceza bê dayîn. Bêdengiya rêxistinên navneteweyî nayê qebûlkirin. Divê ji bo lêkolînkirina îdiayên bikaranîna çekên kîmyewî, OPCW di zûtirin dem de şandeyekê bişîne Kurdistanê.” 
 
Ji bo darizandina Tayyip Erdogan bang hat kirin
 
Her wiha şandeyê daxuyand ku tevî delîlên şênber jî Îngilistan û hêzên rojavayî xwe bêdeng dikin û daxuyanî wiha bi dawî kirin: “Ev jî nîşaneya hevkariyê ye. Îngilistan, DYA û rojavayiyan 30 sal berê çek firotin rejîma Baasê. Vê rejîmê li dijî kurdan çekên kîmyewî bi kar anîn. Tayyîp Erdogan jî versiyona roja me ya Sedam Huseyîn e ku hewl dide kurdan tune bike. Bi firotina çekan a Erdogan re dê heman dîmen dîsa dubare bibin. Em destûrê nadin ku Helebçeyên nû bên dubarekirin. Divê Ingilistan, Almanya, DYA û Yekitiya Ewropayê demildest firotina çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestînin. Divê Erdogan li Laheyê weke sûcdarê şer bê darizandin. Ev yek wê ji bo gelê kurd ber bi edaletê ve bibe gavek.”