Malbata Şenyaşar: Raya giştî li benda daxuyaniya dozgeriyê ye

  • 12:31 17 Adar 2022
  • Rojane
 
RIHA - Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) di roja 374’emîn de berdewam dike. Malbatê got:" Raya giştî li benda daxuyaniya dozgeriyê ye."
 
Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît (Malbata Şenyaşar) di roja 374’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar wek her sibehê vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin ber Edliyeya Rihayê û nobed girtin. 
 
Ferît Şenyaşar destnîşan kir ku nobeda wan di bin zilmê de didome û nobeda wan bi berxwedanê berdewam dike. Ferît wêneyê ambûlansa di êrişê de hûr û hêr bûbû nîşan da û got: “Ambûlans parçe parçe kirin. Bavê min tê hewarê û carek din ji nexweşxaneyê derneket. Em dixwazin bi serdozger re hevdîtinê bikin, lê deriyê wî li me girtî ne. Raya giştî li benda daxuyaniya dozgeriyê ye. Bila Serdozger û Waliyê Rihayê nebin şirîkî vî sûcê mirovahiyê. Em edaletê dixwazin. Wek din tiştekî naxwazin.”