ROJEVA 17'Ê ADARA 2022'YAN

  • 09:00 17 Adar 2022
  • Rojev
 
*Jinên Bazara Taxê ya Jiyanê bertek nîşanê bicîhkirina mêran a li bazara ku ji bo wan hatiye veqetandin dan  û diyar kirin ku tê xwestin jinan ji bazarê û ji hemû qadên îstîhdamê dûr bixînin. Her wiha jinan destnîşan kirin ku heta daxwazên wan bên bicihanîn ew ê ji bo vê têbikoşin. DÎMEN HEYE
 
*Newroz li gelek deveran wek mizgîniya biharê tê pîrozkirin. Ji bo kurdan ne tenê mizgîniya biharê ye. Di heman demê de roja serhildan û berxwedanê ye. Li gelek deveran tê pîrozkirin lê bi taybetî gelê kurd Newrozê weke roja berxwedanê, roja hebûna xwe pîroz dikin. Gelê kurd her tim di nava şerdên zor û zehmet de derbas dibin. Heta roja îro bi berxwedana xwe di asteke bilind de dimeşînin. Her çiqas astengî hebin jî  daxwazên xwe yên azadiyê her tim anîn ziman. JI PÊNÛSA JINÊ
 
* Aktivîsta TJA'yê û endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Hasret Alp têkildarî amadekariyên jinan ên ji bo Newrozê wiha got:"Îsal sala serkeftinê ye. Em wekî jin ji bo serkeftinê bi rihê 8'ê Adarê ber bi Newrozê ve diherikin. Em ê bi hev re govenda xwe ya têkoşînê geş bikin."
DÎMEN HEYE
 
*Akademîsyen Delal Aydin da zanîn ku mîtînga Newrozê xwe dispêre berxwedanê û got: “Kawayê Hesinkar fîgureke ku her tim nû dibe ye. Di çîrokên berxwedanê yên cuda de zindî dibe. Kawayê Hesinkar ne tenê Kawayê Hesinkar e, di heman demê de ji bo me hemûyan Mazlum Dogan e. Her ku zilm bidome wê rojevîbûna Kawayan jî bidome.” DÎMEN HEYE
 
*Komîteya Amadekar a Newrozê ya Hezexê, wê starta pîrozbahiya 21’ê Adarê li ber avahiya HDP’ê ya navçeyê bide. (14.00)
 
* Şaredariya Silopiyê, wê li Taxa Yeşîltepe Bazara Keda Jinê veke. (14.00)
 
* Rêxistina HDP'ê ya Cizîrê, di çarçoveya xebatên Newrozê de wê li gundan belavok belav bike û agirê Newrozê pêbixe. (13.00)